Rûniştina doza birîndarkirina Karataş hat taloqkirin
Rûniştina doza darizandina Emrah Akman ê ku bi kêrê endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Ahmet Karataş birîndar kiribû hat dîtin.
Rûniştina doza darizandina Emrah Akman ê ku bi kêrê endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Ahmet Karataş birîndar kiribû hat dîtin.
Rûniştina doza darizandina Emrah Akman ê ku bi kêrê endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Ahmet Karataş birîndar kiribû hat dîtin. Heyeta dadgehê biryara ji ber ku gumana tunekirina delîlan heye û dikare bireve berdewamiya girtina Akman da û doz taloqî 9’ê Tîrmehê kir.
Sêyemîn rûniştina doza endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş ê ji aliyê kesê bi navê Emrah Akman ve li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê 7 car bi kêrê hate birîndarkirin li 4. Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Ahmet Karataş, malbata Karataş, endamên HDP'ê parêzerên Karataş, bersûc Emrah Akman ê ku li Girtîgeha Sîncanê dimîne û parêzerên wî amade bûn.
Karataş diyar kir ku roja ku ew hatiye kêrkirin Emrah Akman li ber avahiya HDP'ê ya ku li Mithatpaşayê bû û ev tişt anî ziman: "Roja ku ez hatim kêrkirin serê sibehê ez hatim ewlehiya HDP'ê. Li wê derê ez bi Besîm Altinoz re diaxivîm û piştî axaftina me Altinoz çû. Piştî ku Altinoz çû di nava 1-2 deqeyan de Emrah Akman hat vir. Ji ber Altinoz nû derketibû hê jî derî vekirî bû Akman ket hundir."
Karataş di dewama axaftina xwe de ragihand ku gava Akman ket hundir ji wî re gotiye, "Ez ji bo 8 xwendekaran hatim bi we re biaxivim" wî jî ji Akman re gotiye "Hesabgir hêj nehatiye keremkin rûnê." Karataş diyar kir ku piştî ji tuwaletê derket li odeyê êrîşî wî kiriye û wiha pê de çû: "Gava ku ew çû tuwaletê ez li odeya civînê rûniştîbûm. Gava ku ez rûniştî bûm Akman kêrê li pişta min xist. Piştî ku li pişta min xist min li ber xwe da lê pir caran kêrê li min xist û reviya. Gava ku kêrê li min xist digot 'Em ê we Kurdan giştî bikujin." Karataş anî ziman ku gava hatiye kêrkirin çûye berderî û xwestiye bang li ambulansê bikin.
Piştî Karataş heyeta dadgehê ji Akman pirsa "Tu Besîm Altinoz nas dikî?" pirsî Akman jî bersiva "Na ez Altinoz nas nakim" da.
Piştî axaftinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê biryara ji ber ku gumana tinekirina delîlan heye û dikare bireve berdewamiya girtina wî da û rûniştina dozê taloqî 9’ê Tîrmehê kir.