Li Amedê 7 kes hatin binçavkirin

Polîsan serê sibehê bi ser Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev a li taxa Gazîlerê ya navçeyê Peyasê de girtin. Di encama serdegirtinê de 5 jê endamên komeleyê, 7 kes hatin binçavkirin.

Polîsan serê sibehê bi ser Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev a li taxa Gazîlerê ya navçeyê Peyasê de girtin. Di encama serdegirtinê de 5 jê endamên komeleyê, 7 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku polîs danê sibehê bi ser Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev a Gazîler ku duh komên hizbulkontra yên çekdar êrîş lêkirin de girtin û 5 endamên komeleyê binçav kirin.

Ji bilî 5 endamên komeleyê 2 kesên din jî ji aliyê polêsan ve hatin binçavkirin.

Di encama serdegirtinê de 5 endamên komeleyê yên bi navê Bîlal Fîlîz, Îshak Akkuş, Hêvîdar Diker, Serkan Diker, Mehmet Yildiz û 2 welatiyên navên wan nehat zanîn ji aliyê polêsan ve hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polêsan a Amedê.