Demîrtaş banga veşikîna ji kolanan kir

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî provokasyona çekdarî ya Amedê daxuyanî da û got: “Li Amedê lîstîka qirêj tê pêşxistin. Dixwazin şerê navxweyî derxin. Hemû partî pêwîst e bi sebr û aqlê hevpar tevbigerin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî provokasyona çekdarî ya Amedê daxuyanî da û got: “Li Amedê lîstîka qirêj tê pêşxistin. Dixwazin şerê navxweyî derxin. Hemû partî pêwîst e bi sebr û aqlê hevpar tevbigerin.” Demîrtaş li hember senaryoyên şer jî banga vekişîna ji kolanan kir.

Li Amedê piştî Serokê Yenî Îhya-Der Aytaç Baran rastî êrîşa çekdarî hat, li bajêr kesên rûpoş ku li bajêr digerin, di êrîşên li hemberî gel de heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî bûyeran bi rêya Twîtter daxuyaniyek da. Demîrtaş bang kir tiştên rû didin lîstîkeke qirêj e û got: “Li Amedê lîstîka qirêj tê pêşxistin. Dixwazin şerê navxweyî derxin. Hemû partî pêwîst e bi sebr û aqlê hevpar tevbigerin.”

Demîrtaş da xuyakirin ku divê kes guh nede daxuyaniyên bi tehrîk ên bi rêya tevna civakî tên belavkirin û wiha dewam kir: "Çi kesê tol û kînê verişe ne xwedî niyeteke baş e. Li hember senaryoyên ku tê xwestin mirovan li kolana bînin li hemberî hevdu pêwîst e her kes bi zanebûn tevbigere û ji kolanan vekişe. Kesên xwedî berpirsyariya siyasî divê bi kamilbûna valaderxistina van lîstîkan tevbigerin.”