Kesên çekdar wezîfedarên nexweşxaneyê tehdît kirin

Li Amedê piştî bûyerên çekdarî pêk hatin û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, komek kesên rûpoş û çekdar li pêş çavên polîsan li dora Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn digerin. Polîs temaşe dike û mudaxale nake.

Li Amedê piştî bûyerên çekdarî pêk hatin û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, komek kesên rûpoş û çekdar li pêş çavên polîsan li dora Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn digerin. Polîs temaşe dike û mudaxale nake.

Li Amedê piştî êrîşa çekdarî pêk hat, li kolan û kuçeyan rageşî zêde bû. Piştî Serokê ÎHYA-DER'ê Aytaç Baran hat kuştin, endamên ÎHYA-DER'ê bi çekan li kolanan û derdorê gule reşandin 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê polîsên hatin cihê bûyerê destûr nedan ku welatî nêzîkî cihê bûyerê bibin. Komek endamên ÎHYA-DER'ê bi çekan bi ser mal û qehweyan de girtin. Di serdegirtina kesên çekdar de welatiyê bi navê Bayram Dahtan hat kuştin. Piştî cenazeyê Bayram Dagtan birin nexweşxaneyê komek kesên çekdar û rûpoş çûn ber nexweşxaneyê. Lê li ber çavên polîs û tîmên taybet, kesên bi rûpoş û çek di destê wan li pêş çavên polîsan li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin digerin û polîs temaşe dikin.

KOMA JI 30 KESAN PÊK TÊ BI ÇEKAN DIGERIN

Piştî Baran di êrîşê de jiyana xwe ji dest da, saet di 15.30'an de cenazeyê wî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn. Personelekî nexweşxaneyê ku navê xwe neda, diyar kir ku kesên rûpoş û çekdar dirûşmên, "Lêde lêde Hizbullah, li PKK'ê bide" û "Selo em te naşînin meclîsê" berz kirin. Şahid, anî ziman ku dema di cama nexweşxaneyê de li wan nerî, gefa "Em ê qirika te jî jêkin ha" û gef li wî xwarin.

Şahîd, anî ziman ku piştî gef li wî hat xwarin dîsa di camê re nerî û vê carê rastî êrîşa guleyan hat. Şahid, da zanîn ku piştî bûyerê 3 saet polîs hatin û kesên çekdar û rûpoş li pêş çavên polîsan digeriyan û wiha got: "Dema polîs hatin kesên çekdar piştre çekên xwe xistin maşînê. Dema em ji nexweşxaneyê derketin, polîsan li maşîneyên lêgerîn pêk anî. Lê polîsan maşîneyên wan kesên çekdar lêgerin nekirin. Dema em derketin me dît ku di maşîneyên plakeyên wan aîdî Osmaniye, Dîlok û Mêrdîn kesên çekdar hebûn, lê poliîsan dest wan neda."

Li aliyê din li kolanên 45, 46 û 47'an yên Şehîtlîkê hê kesên rûpoş û çekdar digerin û polîs jî van kesan temaşe dikin. Welatî û rojnamegerên ku dixwazin biçin van kolanan ji aliyê polîsan ve rastî gefên "Kesên serê xwe ji kolanê derxin em ê guleyan berdin wan" û destûr nadin kes biçin kolanan.