Koma çekdar bi ser mala Dagtan de girtin û ew kuştin
Di bûyera çekdarî ya li Semta Şehîtlîk a Yenîşehîrê de, kesên çekdar bi ser malekê de girtin û di serdegirtina malê de welatiyê bi navê Bayram Dagtan kuştin.

Di saetên esir de li Semta Şehîtlîkê ya Yenîşehîra Amedê Serokê Îhya-Derê Aytaç Baran rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê komek kesên çekdar kolan û kuçe girtin û ketober bi keleşan êrîşî derdorê kirin. Koma êrîşkar bi çekan bi ser malekê de girtin û di serdegirtina malê de kesê bi navê Bayram Dagtan kuştin. Êrîşkaran gule berdan sînga Dagtan û bi giranî birîndar kirin. Xizmên Dagtan, ew rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Lê Dagtan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Dagtan dema li nexweşxaneyê bû, di navbera xizmên wî û polîsên li nexweşxaneyê rageşî derket.
3 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Piştî bûyerê polîsan li otogarê bi ser gelek cihan de girt û di serdegirtinan de 3 ciwan binçav kirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan. Piştî 3 kes hatin binçavkirin Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku 3 kes bi çekên xwe hatin girtin.