Li Hesekê civîna awarte

Meclîsa Giştî ya Bajarê Hesekê, ji ber rewşa şer a li bajêr bi awayekî awarte civiya. Meclîsa ji 131 endaman, rewşa giştî ya bajêr nirxand.

Meclîsa Giştî ya Bajarê Hesekê, ji ber rewşa şer a li bajêr bi awayekî awarte civiya. Meclîsa ji 131 endaman, rewşa giştî ya bajêr nirxand.

Di nava 131 endamên meclîsê de ku nîvê wan jin e, welatiyên Ereb, Asûrî û Suryanî jî hene. Di civîna bi beşdariya hemû endaman de rewşa awî ya li bajêr, bandora şer û rewşa şerê taybet a hatiye afirandin, hat nirxandin. Di civînê de her wiha rewşa dawî ya siyasî ya Rojava hat nirxandin. Di civînê de Hevserokê Meclîsa Bajêr Alî Ferman, Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Yûsra Îlyas û Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Nûcan Hesekê amade bûn.

'DEM HATIYE HIN BIRYAR WERIN GIRTIN'

Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Hesekê got, "Armanca êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Hesekê, astengkirina Pêngaa Fermandar Rûbar Qamişlo ye. Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo hînê dewam dike. Ji ber vê yekê, li ser YPG'ê şerê taybet tê meşandin. Dibêjin rejîm heye, bila hingî rejîm şer bike. Ji bo valakirina bajêr hin xebatên antî propagandayê hatin meşandin. Xebatên antî propaganda ji bo pûçkirina sîstema me ya demokratîk bûn. Divê em taktîkên şerê taybet ê dijmin ê li ser bajarê me, pûç bikin. Ji ber vê yekê, dem hatiye em li ser rewşa giştî ya bajêr û jiyana aramî ya gelên me, hin biryar werin girtin."

Hat ragihandin ku biryarên hatine stendin, wê piştî demeke kurt bên aşkerakirin.

...