Walîtiya Amedê diyar kir 6 kes hatine binçavkirin
Walîtiya Amedê têkildarî êrîşên kontra yên li bajêr diyar kir ku bi giştî 6 kes hatine binçavkirin.
Walîtiya Amedê têkildarî êrîşên kontra yên li bajêr diyar kir ku bi giştî 6 kes hatine binçavkirin.
Walîtiya Amedê têkildarî êrîşên kontra yên li bajêr diyar kir ku bi giştî 6 kes hatine binçavkirin. Walîtiyê bi kesên hatine binçavkirin re çek û guleyên hatine girtin parve kir.
Walîtiya Amedê diyar kir ku têkildarî înfazkirina 3 kesên ji aliyê komên kontra ve yên piştî kuştina Serokê Îhya-Der daketin kolanan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Walîtiyê got der barê cînayetan û bûyerên rû dane heta niha 6 kes hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Têkildarî êrîşên çekdarî yên li bajarê me heta niha 3 kesên berê hatibûn girtin jî di nav de bi giştî 6 kes hatine binçavkirin. Bi wan re 4 keleşnîkof û 8 şarjor, çekek otomatîk a ûzî û du şajorên wê, 4 tifingên nêçîrê û gelek gule, tifingeke pompeyî, tebenceyeke Glock, 5 qutî guleyên 9 mm, gelek guleyên nêçîrê, 5 ço û dûrbînek hatine bidestxistin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemara miriyan a wek 3 hatibû aşkerakirin bûye 4, 3 jê nûçegihan, xebatkarekî nexweşxaneyê bi giştî 6 kes birîndar bûne.
