Kontrayan duh bi şev gule li wesayîta Aslan reşandin

Derket holê ku kontrayan duh bi şev li navçeya Peyasê gule li wesayîta Bawer Aslan reşandine. Di êrîşê de Aslan ji milê xwe birîndar bû.

Derket holê ku kontrayan duh bi şev li gelek nuqteyên Amedê êrîş kirine. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, komek çekdar a a kontra duh bi şev rêya herêma Dîclekent Metropolê li çûn û hatinê girt û kontrola nasnameyan kir. Kontrayan li vê derê xwestin wesayîta Bawer Aslan ê 23 salî bisekinînin. Lê belê dema Aslan xwest bi lez ji cihê koma çekdar biçe, gule li wesayîta wî hat barandin. Hat ragihandin ku 6 gule li wesayîtê ketine û yek jî li milê Aslan ketiye. Koma êrîşkar piştî ku gule li wesayîtê barand, li wesayîtên xwe siwar bû û ji herêmê reviya. Welatiyên li derdorê Aslan rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Aslan xetere nîne û tedawiya wî dewam dike.