Cezayên li siyasetmedarên Kurd hatin birîn li Wanê hatin protestokirin

149 sal cezayê ragirtinê yê li 16 siyasetmedarên Kurd ên di operasyonên qirkirina siyasî de li Wanê hatibûn binçavkirin hate birîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin.

149 sal cezayê ragirtinê yê li 16 siyasetmedarên Kurd ên di operasyonên qirkirina siyasî de li Wanê hatibûn binçavkirin hate birîn, li ber Edliyeya Wanê ji aliyê parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, saziyên civakî yên sivîl, pêkhateyên partiyê û Hevşaredarên Îpekyolû Veysel Keser, Aygul Bîdav, Hevşaredarên Artmêtanê Rjbîn Çetîn, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva û Rêveberên DBP'ê yên Wanê ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin.

Hevserokê Şaxê Wanê yê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Umît Dede li vir daxuyanî da û diyar kir ku feraseta nikare xwe li derbasbûna HDP'ê ya ji benda ji sedî dehan rabigire, dixwaze pêşî li siyaseta demokratîk bigire.

Dede di dewama axaftina xwe de got, "Bi derbasbûna HDP'ê ji benda ji sedî dehan re, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di nava raya giştî de atmosfereke erênî derketiye holê. Di atmosfereke bi vî rengî ya siyasî de dadgehên ji ber Dadgehên Xwedî Erka Taybet mane cezayên ji bo çewisandina siyasetmedarên Kurd dane û hewl dane careke din pêşî li siyaseta demokratîk bigirin. Ji aliyê civakî ve ti rewabûna Dadgehên Xwedî Erka Taybet ên li ser hiqûqa dijmin hatiye avakirin nemaye, divê tavilê dawî li van pêkanînên antî demokratîk were anîn."