Nasnameya kesên li Amedê hatin qetilkirin diyar bû
Li Amedê piştî Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran hat kuştin, komek çekdar êrîşî derdorê kirin û 3 kes înfaz kirin.
Li Amedê piştî Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran hat kuştin, komek çekdar êrîşî derdorê kirin û 3 kes înfaz kirin.
Li Amedê piştî Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran hat kuştin, komek çekdar êrîşî derdorê kirin û 3 kes înfaz kirin. Koma çekdar a kontra, ewil bi ser mala endamê Komeleya Welatiyên Azad Bayram Dagtan de girtin û Dagtan di malê de qetil kirin, Koma êrîşkaran piştre 2 kesên din li kolanê înfaz kirin. Derket holê ku kesên bi navê Emîn Ensen û Bayram Ozelçî yên hatin qetilkirin, endamên Komeleya Welatiyên Azad in.
Li Amedê di saetên esir de li Semta Şehîtlîk a Amedê Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran rastî êrîşa çekdarî hat û hat kuştin. Piştî Aytaç Baran hat kuştin, komek kontra yên çekdar derketin kolanan û ketober derdor dan ber guleyan. Di êrîşa koma kontra de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nasnameya 3 kesên jiyana xwe ji dest dan diyar bû. Koma kesên çekdar, ewil bi ser Qehweya Sîsê û Komeleya Welatiyên Azad de girt û gule reşandin. Dema koma çekdar bi ser Komeleya Welatiyên azad de girt, endamê Komeleya Welatiyên Azad Bayram Dagtan ku li komeleyê di civînê de bû, derket û bilez çû malê. Koma kontrayên çekdar jî ew şopandin û piştre çûn bi ser mala wî de girtin. Koma kontrayan Dagtan di malê de qetil kirin. Piştî ve bûyerê endam û rêveberên HDP'a Yenîşehîrê û Komeleya Welatiyên Azad çûn cihê bûyerê. Koma kontrayên çekdar, endamên Komeleya Welatiyên Azad Emîn Ensen û Bayram Ozelçî li nîvê kolanê dan ber guleyan û qetil kirin.
Hat zanîn ku êrîşkarên çekdar, li nîvê kolanê û li ber çavên polîsan gule berdan serê endamên Komeleya Welatiyên Azad Ensen û Ozelçi qetil kirin. Piştî welatî hatin qetilkirin, cenazeyê Emîn Ensen şandin morga Nexweşxaneya Tîpê ya Zanîngeha Dîcleyê û cenazeyê Bayram Ozelçî jî şandin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazi Yaşargîl a Amedê.
Cenazeyên Dagtan, Ensen û Ozelçî ku ji aliyê komên kontra yên çekdar ve hatin qetilkirin, wê sibe li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bên definkirin.