ÎHD: Em li dijî hêzên tarî bibin xwedî helwest

Şaxa ÎHD’a Amedê hişyar kir ku tê xwestin planek kaosê bê afirandin û diyar kir ku divê li dijî hêzên tarî yên provokasyonê helwest bê girtin û ji bo parastina aştiyê jî hestiyar tevbigerin.

Şaxa ÎHD’a Amedê hişyar kir ku tê xwestin planek kaosê bê afirandin û diyar kir ku divê li dijî hêzên tarî yên provokasyonê helwest bê girtin û ji bo parastina aştiyê jî hestiyar tevbigerin.

ÎHD’a Amedê têkildarî bûyerên li bajêr daxuyaniyek nivîskî da.

DI CIVAKÊ DE KAOS TÊ HEDEFKIRIN

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 9’ê Hezîranê de li Taxa Şehîtlîkê ya Yenîşehîrê Serokê Yenî ÎHYA-DER’ê û endamên Huda Parê Aytaş baran rastî êrîşa çekdarî ya kesên nasnameya wan ne diyar hatiye û jiyana xwe ji dest daye û wiha hate gotin: “Piştî vê êrîşê dîsa li heman taxê, kesên nasnameya wan nediyar bi çekên lûledirêj û satoran êrîş pêk anîne. Di vê êrîşê de jî endamên Komeleya Welatiyên Azad Emîn Ensen, Bayram Ozelçî û Bayram Dagtan jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.”

Di berdewamiyê de hat gotin di 5’ê Hezîranê de di mîtînga HDP’ê ya Amedê de êrîşên bombeyî ji aliyê kesên nediyar ve pêk hatine û di encamê de Ramazan Yildiz, Necatî Kurul, Şeyhmuz Kaçan û Ciwan Aslan jiyan axwe ji dest dane û bi dehan kes birîndar bûne. ÎHD’ê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest.

Her wiha hat destnîşankirin ku tê xwestin ku planeke kaosê ya ku fikr û nêrînên cuda tîne hemberî hev bê afirandin û wiha hat gotin: “Rêxistinên tarî yên provokasyonê dixwazin di civakê de koasê biafirînin. Kî dibe bila bibe em van êrîşan pêkanîne şermezar dikin.”

ÎHD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang gel kir ku li dijî van hêzên tarî bibin xwedî helwest û ji bo parastina aştiyê jî bi hestiyar tevbigerin.