Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Onlu: Em ê nexwazin, em ê bicih bînin
Parlamenterê HDP'ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, Haveşdarê Dersimê Mehmet Alî Bûl û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ziyaret kirin û ji ber bersiva dîrokî ya 7'ê Hezîranê spasiyen xwe pêşkêşî wan kirin.
ANF
DÊRSIM
çarşem, 10 pûşperê 2015, 10:41
Parlamenterê HDP'ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, Haveşdarê Dersimê Mehmet Alî Bûl û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ziyaret kirin û ji ber bersiva dîrokî ya 7'ê Hezîranê spasiyen xwe pêşkêşî wan kirin.
'ROJA HILTÊ JI BÎR KIRIN!'
Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu piştî serdanê ji ANF'ê re peyivî û anî ziman ku ew ê bi Meclîsên Gel re hîn bêhtir gavên mezin biavêjin û serketinên xwe dewam bikin. Onlu got, "Ev têkoşîn ti carî neqediya, wê neqede. Em sirgûnkirin, lê belê tiştek hebû ku wan ji bîr kiribûn; roja hiltê ji bîr kirin. Bi hilatina rojê re duayên dayikên me berz bûn. Û bi hilatina rojê re me soza têkoşînê da hevrêyên rojê."
'EM Ê ÇARESERIYÊ BI XWE HILBERÎNIN'
Onlu anî ziman ku di dema serdanên li gundan de gel bal kişandiye ser mijara vegera li gundan û got, "Der barê vê de beriya niha hin gav hatibûn avêtin. Em dixwazin niha gavên xurtir biavêjin. Ji bo vê yekê jî em girîngiyê didin Meclîsên Gundan. Bi meclîsên xwe yên gundan re em ê nexwazin, em ê pirsgirêkên xwe ib xwe çareser bikin. Li dijî qirkirina ekolojîk û polîtîkayên talanê, Meclîsa Ekolojiyê têkoşîneke xurt dimeşîne. Em ê jî vê têkoşînê xurttir bikin û li hemberî polîtîkayên talan, derew û qirkirinê bisekinin."