Polîsên Tirk avêtin ser komeleyên Welatiyên Azad û Wekhev

Polîsên Tirk ên ku ji bo girtina kontrayên li Amedê gel qetil dike û bi çekan li navenda bajêr digerin tiştekî nakin, bi hevdemî avêtin ser komeleyên Welatiyên Azad û Wekhev.

Polîsên Tirk ên ku ji bo girtina kontrayên li Amedê gel qetil dike û bi çekan li navenda bajêr digerin tiştekî nakin, bi hevdemî avêtin ser komeleyên Welatiyên Azad û Wekhev. Di serdegirtinan de deriyên komeleyan hatin şikandin û lîsteyên ji navê rêveber, endam û delegeyan hatin desteserkirin.

Li navçeyên navendî yên Amedê, piştî êrîşa komên kontra yên çekdar ên li hemberî komeleyên Welatiyên Azad û Wekhev, polîsên Tirk jî îro danê sibehê bi hevdemî avêtin ser komeleyan. Polîsên tîmên taybet danê sibehê avêtin ser komeleyên li Korxet, Mevlana Xalit û Şêx Şamîl ên navçeya navçeya Baglarê, Îskender Paşa, Fatîh Paşa û Hasirli yên navçeya Sûrê û taxa Gazîler a navçeya Peyasê. Polîsên rû bi maske bi maşînên zirxî di heman demê de avêtin ser komeleyan, deriyên avahiyan şikandin û ketin hundir.

Di serdegirtinan de polîsan hundirê avahiyên komeleyan serûbin kirin. Polîsan her wiha lîsteyên ji navê endam, rêveber û delegeyên komeleyan jî desteser kirin. Hat ragihandin ku di serdegirtina Komeleya li taxa Şêx Şamil de derî hatiye şikandin û dûre bi molotof kokteylê komele hatiye şewitandin.

Li aliyê din, hat îdîakirin ku polîsên rû bi maske yên avêtin ser Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev a Taxa Îskender Paşayê, bi hev re bi zimanê Erebî axivîne.

Balkêş e ku polîsên Tirk heta niha dest li komên kontra yên ji duh ve li bajêr bi çekan digerin û terorê dimeşînin werdane û ti ji wan nekirine binçavan.