3 kesên ji aliyê kontrayan ve hatin qetilkirin hatin veşartin
HDP'yî Bayram Dagtan, Bayram Ozelçî û Emîn Ensen ên li Amedê ji aliyê kontrayan ve hatin qetilkirin, bi merasîma bi beşdariya hezaran kesî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
HDP'yî Bayram Dagtan, Bayram Ozelçî û Emîn Ensen ên li Amedê ji aliyê kontrayan ve hatin qetilkirin, bi merasîma bi beşdariya hezaran kesî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
HDP'yî Bayram Dagtan, Bayram Ozelçî û Emîn Ensen ên li Amedê ji aliyê komên kontra ve hatin qetilkirin, bi merasîma bi beşdariya hezaran kesî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. Tevî parlamenterên HDP'ê yên Amedê Çaglar Demîrel û Nûrsel Aydogan bi hezaran kes danê sibehê li Goristana Yenîkoyê li hev kom bûn. Girseya gel cenaze hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" ber bi goristana lê were veşartin, bir.
Piştî veşartina cenazeyan Hevserokê MEYA-DER'ê Mehmet Akar li vir axivî û destnîşan kir ku hêzên nikarin xwe li destketiyên gelê Kurd rabigirin, dest bi êrîşê kirine.
Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek jî da xuyakirin ku gelê Kurd bi destketiyên wergirtî re nêzî azadiyê bûye û got, "Li hemberî gelê Kurd polîtîkayên qirêj tên meşandin. Gelê Amedê li hemberî êrîşan ti carî ji rêya xwe vegeriya, wê ti carî jî venegere. Bila ti kes nede dû hesabên şaş."
Ji bo HDP'yiyên jiyana xwe ji dest dan Bayram Ozelçî li Mala Şînê ya Şemsîler, ji bo Bayram Dagtan û Emîn Ensen jî li Mala Şînê ya Temîranê serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin.