Osman ê YPG'yî hat veşartin
Şervanê YPG'ê Lezgîn Xabûr ê li Çiyayê Kizwanan jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Şervanê YPG'ê Lezgîn Xabûr ê li Çiyayê Kizwanan jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Ji bo şervanê YPG'ê Mihemed Îsa Osman (Lezgîn Xabûr) ê di berxwedana Çiyayê Kizwanan de roja 5'ê Hezîranê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê merasîmek hat lidarxistin.
Piştî merasîmê cenaze hat wergirtin û girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan cenaze bir Goristana Şehîd Dijwar a li taxa Dawûdiyeyê.
Piştî ku konvoya cenaze gihîşt goristanê, merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de alên TEV-DEM'ê hatin vekirin û qirûşme hatin qîrîn.
Li dû axaftinan cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Îsa Osman (Lezgîn Xabûr) li ber dirûşme û tilîliyan hat veşartin.