Cenazeyê Arslan şandin Bismilê
Civan Arslan ê 17 salî ku di mîtînga HDP'ê ya Amedê de piştî êrîşa bombeyî birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Arslan şandin navçeya Bismilê.

HDP'ê di 5'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga dîrokî pêk anîbû. Di mîtînga ku bi sedhezaran kes beşdar bûn de êrîşa bombeyî pêk hatibû. Di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 402 kes jî birîndar bûn. Civan Arslan ê 17 salî ku di êrîşê de birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin. Aslan ê li Serwîsa Cerahiya Giştî derman dibû, di saetên piştî esir de jiyana xwe ji dest da. Piştî rapora otopsiyê cenaze şandin Bismilê. Endam û rêveberên HDP, DBP, MEYA DER malbat û gelek kesên din bi cenaze re çûn Bismilê. Cenazeyê Aslan, wê li Goristana Navçeyê ya Bismilê bi merasîmekê bê definkirin. Di rapora otopsiye de hat diyarkirin ku piyên Aslan ji ber teqînê zerarek mezin dîtiye. Berfirehiya rapora otopsiyê wê di rojên pêş de bê aşkerakirin.