Li Amedê provokasyon
Li Amedê piştî ku Serokê ÎHYA-DER’ê Aytaç Baran hate kuştin komek bi çekên luledirêj ve bi ser taxê de girtin. Koma çekdar ewil bi ser Komeleya Welatiyên Wekhev û Azad a Taxa Şehîtlîkê de girtin.
Li Amedê piştî ku Serokê ÎHYA-DER’ê Aytaç Baran hate kuştin komek bi çekên luledirêj ve bi ser taxê de girtin. Koma çekdar ewil bi ser Komeleya Welatiyên Wekhev û Azad a Taxa Şehîtlîkê de girtin.
Li Amedê piştî ku Serokê ÎHYA-DER’ê Aytaç Baran hate kuştin komek bi çekên luledirêj ve bi ser taxê de girtin. Koma çekdar ewil bi ser Komeleya Welatiyên Wekhev û Azad a Taxa Şehîtlîkê de girtin û piştre jî qehwexane û avahiyên derû dorê rasterast gulebaran kirin. Di êrîşa çekdarî de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Hevserokê SES’ê yê Amedê Ramazan Kaval ê çû ber morga nexweşxaneyê li vir rastî komeke çekdar hat û jî lincê filitî.
Li taxa Şehîtlîkê ya Amedê Serokê ÎHYA-DER’ê Aytaç Baran ê ku dema diçû mala xwe di encama êrîşa çekdarî de hate kuştin piştî vê bûyerê komeke bi çekan ve bi taxê de girtin. Koma çekdar ewil bi ser Komeleya Welatiyên Wekhev û Azad a Taxa Şehîtlîkê de girt û avahî gulebaran kir. Serokê Komeleyê Adem Fîrîk diyar kir ku di dema êrîşê de ew di civînê de bûne û têkîldarî bûyerê agahî da DÎHA’yê.
‘POLÎS ÊRÎŞÊ TEMAŞE DIKIN’
Fîrîk diyar kir ku dema ew di civînê de bûne êrîşa çekdarî pêk hatiye. Fîrîk anî ziman ku ew ji deriyê pişt ê komeleyê derketine û ji mirinê filitîne û wiha axivî: “Komela û dikan^ne derûdorê rasterast gulebaran kirin Em ji kola pişt derketin cadeyê û dîsa rastî wan hatin. Vê carê bi ser me de gule barandin. Em li polîsan geriyan lê piştî demeke bi TOMA’yan ve hatin. Polîs hatin lê tu mudaxale nekirin.”
KOMA ÇEKDAR HÊ LI TAXÊ NE Û DERDORÊ GULEBARAN DIKIN
Fîrîk anî ziman ku piştî ku ji ber êrîşkaran reviya û xwe avêt avahiyekê. Fîrîk diyar kir ku avahiya ku xwe avêtinê jî ji hêla êrîşkaran ve hatiye gulebarankirin û got ku êrîşkarên di destên wan de çekên lûle dirêj hebûn derdorê gulebaran kirinç Fîrîk da zanîn ku li nêzî avahiya midûriyeta polîsan a berê 2 kesên birîndar li erdê dirêjkirîbûn.
QEHWEXANE GULEBARAN KIRIN: WELATIYEK BIRÎNDAR BÛ
Hat ragihandin ku koma çekdar qehwexaneya Sisê ya li taxê gulebaran kirin û di êrîşê de welatiyek dema qehwexane digirt ji mil û piyê xwe bi 2 guleyan birîndar bû. Welatiyê birîndar ji hêla kesên derdorê ve rakirin nexweşxaneyê. Her wiha 2 nûçegihanên DHA'yên yên ku ji bo şopandina nûçeyê çûn cihê bûyerê rastî êrîşa koma çekdar hatin. Nûçegihanên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
KOMA ÊRÎŞKAR LI MORGÊ
Hevserokê SES'ê yê Amedê Ramazan Kaval got ku 4 kesên ku birîndar bûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê. Kaval da zanîn ku koma çekdar ê rûpoş li ber morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî sekinîne û hewl dane wan lînc bikin. Kaval anî ziman ku ew ji lînca êrîşkaran filitîne û rewş ji polîsan re ragihandine. Kaval destnîşan kir ku ji bilî Baran 3 din jiyana xwe ji dest dane û got ku cenazeyek jî birine morga Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê û 2 cenaze jî li morga Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî ne.
JI KOMA ÇEKDAR GEFA KUŞTINÊ
Koma êrîşkar ku derdorê gulebaran kirin bênavber gefên "PKK li ku derê ye? Em ê ji PKK'ê tolê hildin. Îşev wê vir bibe gola xwînê" ligel xwarin.