YPG'ê 2 gundên din rizgar kir
Şervanên YPG/YPJ’ê şevê din gundên Til Ebdela û El-Sukerî yên 6 kîlometreyan nêzî bajaroka Silûk ji çeteyan paqijkirin.

Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandin şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya pêngava Fermandar Rûbar de duh nîvê şevê li dijî gundên Til Ebdela û El-Sukerî yên 6 kîlmometrî nêzî bajaroka Silûk opersyon lidar xistin. Di encama opersyonê de şervanan herdu gund ji çeteyan paqij kirin.
Gundê Til Ebdela û El-Sukerî dikeve 49 kîlometrî rojavayê bajaroka Mebûrka û 6 kîlometreyan nêzî bajaroka Silûk û wekî bargehên sereke yên çeteyan bûn. Şervanên YPG’ê xebatên xwe yê lêgerînê di gundan de didomînin. Opersyona şervanan li herêmê dewam dike.