Gundê Malha ji çeteyan hat rizgarkirin

Şervanên YPG/YPJ gundê Malha ku 4 km nêzî Bajaroka Silûk û 51 km dûrê rojavayê Mebrukayê ye, ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Şervanên YPG/YPJ gundê Malha ku 4 km nêzî Bajaroka Silûk û 51 km dûrê rojavayê Mebrukayê ye, ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Pêngava “Fermandar Rûbar Qamişlo” di 34’emîn roja xwe de didome. Nûçegihanê ANHA’yê yê li heremê ragihand ku şervanên YPG/YPJ’ê gundê Malha ku 4 km dûrî Bajaroka Silûk û 51 km dûrê rojavayê Mebrukayê ye, ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiriye.

Gundê Melha ku îro piştî nîvro hate rizgarkirin gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûnê lê der barê hejmarê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li heremê şer û pevçûn didome