BI DÎMEN

Serketina HDP'ê li Rûsyayê tê pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarên Tambov û Yaroslavl ên Rûsyayê dijîn, serketina HDP'ê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li bajaroka Pervomaysk a bajarê Tambov û bajarê Yaroslavl ên Federasyona Rûsyayê dijîn, serketina HDP'ê pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de fîşekên hewayî hatin teqandin û govend hat gerandin.

Ji Kurdistaniyên li bajaroka Pervomaysk dijîn Nebî Abselamovîç di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku serketina HDP'ê bandora berxwedana Şengal û Kobanê ya li sindoqan e. Abselamovîç got, "Gelê Kurd nîşanî her kesî daye ku êdî dikare li ser piyên xwe bisekine. Li dijî zîhniyeta 'Kobanê li ber ketinê ye' di 7'ê Hezîranê de bersiva herî xweş hatiye dayîn. Em serketina gelê xwe ji dil û can pîroz dikin."

JI BO KURDAN RÛPELEKE NÛ VEBÛYE

Li gundê Kurdan ê bajarê Yaroslavlê jî girseya gel ji bo pîrozkirina serketina HDP'ê civiya, govend gerand û fîşekên hewayî teqand.

Adil Cotkar li vir peyivî û got, "Têkoşîna siyasî ya Kurd ketiye pêvajoyeke nû. Ji bo çareseriya prisgirêka Kurd bi rêyên siyasî partiyeke wan temsîl dike, şand Meclîsa Tirkiyeyê. Bê guman di vê serketina HDP'ê de keda bi salan a Tevgera Azadiyê ya Kurd heye. Ev serketin serketina hevalên me yên di pêvajoya hilbijartinê de ji ber êrîşên faşîst şehîd ketin û birîndar bûne, ye. Her wiha serketina keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku tevî mercên giran ê tecrîdê jî di afirandin û mezinkirina HDP'ê de kedeke mezin da. Ji bo me Kurdan êdî rûpeleke nû vebûye. Em weke Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, HDP'ê ji dil û can pîroz dikin."

Li dû axaftinê, girseya gel dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Biratiya Gelan" qîriya û serketina HDP'ê bi gerandina govendê pîroz kir.