HevserokatiyaKCD’ê têkildarî êrîşa çekdarî ya Amedê got: “Pêwîst e gelê me sekna xwe ya bi sebr û hestyar a 5’ê Hezîranê li hember tevayî hewldanên tinekirin û qetlîamê nîşan da niha jî bidomîne.”
Hevserokatiya KCD’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir hêzên kontra yên 5’ê Hezîranê xwestin bi sedan kesan bikujin û provaya şer kirin îro li Taxa Şehîtlîk a Amedê careje din derketin holê.
Hevserokatiya KCD’ê wiha dewam kir “Pêwîst e gelê me sekna xwe ya bi sebr û hestyar a 5’ê Hezîranê li hember tevayî hewldanên tinekirin û qetlîamê nîşan da niha jî bidomîne.”
KCD’ê herî dawî got: “Hikûmeta li hember van pêşveçûnan bêdeng e û ronî nake ji kîjan alî be jî berpirsyarên van mirinan e.