Şêxê Çiyê: Evdilezîz
Di çarçoveya 'Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo' ya ji bo paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê ji çetyeên DAIŞ'ê di roja 6'ê Gulanê de hat destpêkirin û hînê dewam dike de, hêzên YPG/YPJ'ê bi sedan gund azad kirine.
Di çarçoveya 'Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo' ya ji bo paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê ji çetyeên DAIŞ'ê di roja 6'ê Gulanê de hat destpêkirin û hînê dewam dike de, hêzên YPG/YPJ'ê bi sedan gund azad kirine.
Di çarçoveya 'Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo' ya ji bo paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê ji çetyeên DAIŞ'ê di roja 6'ê Gulanê de hat destpêkirin û hînê dewam dike de, hêzên YPG/YPJ'ê bi sedan gund azad kirine. Di çarçoveya pêngavê de azadkirina Çiyayê Kizwanan, di nava gel de rê li ber moraleke mezin vekir. Li ser vî çiyayî Tirba Evdilezîz kurê Şêx Evdilqadir Geylanî heye, ku di dîroka herêmê de xwedî cihekî girîng e. Ev yek di heman demê de nirxê manewî yê vî çiyayî ji bo Kurdan nîşan dide.
Li ser Çiyayê Kizwanan gelek çîrok tên vegotin. Hem ji bo temamkirina van çîrokan, hem ji bo nîşandana hovîtiya DAIŞ'ê hem jî nîşanda tiştê ku hêzên YPG/YPJ'ê azad kirine, me dîroka Çiyayê Kizwanan lêkolîn kir. Tirbe Şêx Evdilezîz bi qasî hezar salî ye.
Şêx Evdilezîz di sala 1137'an (Hicrî 532) de li li Başûrê Kurdistanê bajarê Mûsilê ji dayik bû. Kurê Şêx Evdilqakir Geylanî ku di nava Kurdan de tê naskirin Şêx Evdilezîz, dema li Mûsilê bû di navbera wî û bavê wî Şêx Ebdilqadir Geylanî de bi qisasa 'tu zana nabe bi hev re bijîn' nîqaş derdikeve. Li ser vê yekê Şêx Evdilezîz di ser Çiyayê Şengalê re derbasî Çiyayê Kizwanan dibe û li vir bicih dibe.
Şêx Evdilezîz, ji ber ku bi hetên rasteqîn ên Îslamî nêzî hemû gelan dibû, Çiyayê Kizwann bû cihekî ku hemû derdorên Îslamî ziyaret dike. Ji ber vê yekê navê Çiyayê Kizwanan di nava civakê de bi demê re dibe Çiyayê Şêx Evdilezîz. Şêx Evdilezîz di sala 1208'an de jiyana xwe ji dest da û tirba wî ji aliyê Misilmanên ji gelek deverên cîhanê ve hat ziyaretkirin. Yek ji van jî Hamza Çaçanî yê bi eslê xwe ji Çeçenîstanê ye.
TIRBE JI ALIYÊ DAIŞ'Ê VE HAT TALANKIRIN
Tirba Şêx Evdilezîz ji aliyê Hamza Çaçanî ve hat dîtin. Hamza Çaçanî, piştî ku tirbe dît, di sala 1315'an (Hicrî 700) de ji Bakurê Kurdistanê bajarê Mêrdînê kevirên spî bi rêya Deveyan anî herêmê û li vê derê mizgeftek û minareyek çêkir. Navê wê jî kir Mizgefta Yekîtiyê (Mizgefta Tevhîd). Ji ber vê yekê Hamza Çaçanî jî wasiyet dike ku wî jî li cem Şêx veşêrin. Yê ku li cem Şêx Evdilezîz veşartiye, tê gotin ku Hamza Çaçanî ye.
EFSANEYEKE GEL: RONAHIYA KESK
Li gundê Xarra ku Tirba Şêx Evdilezîz lê ye, ji rûspiyên herêmê Xidir Îbrahîm dema bi kesekî baweriya xwe bi baweriyên netêw re nîqaş dike, dibîne ku ji ezmanan ronahiyeke kesk şewqê dide li ser tirba Şêx Evdilezîz. Fransiyên ev dîtin ji Xidir Îbrahîm dipirsin, 'We çi kirin ku ev ronahiya kesk derket holê?'. Tevî ku Xidir Îbrahîm dibêje 'me tiştek nekir' jî Fransî bi sirar dixwazin cihê ronahiya kesk lê ketiye, bê kolandin.
Piştî ku ev cih hat kolandin, di destpêkê de gomlekekî qafikekî kesk tê dîtin. Ji bo ya di hundir de bibînin qafik dişikînin. Di hundirê vê de jî qafikek derdikeve, wî jî dişikînin. Di hundirê vî qafikî de jî ji du kevirên şahîtok ên li ser Şêx Evdilezîz kurê Şêx Evdilqadir Geylanî nivîsandî tê dîtin. Ji hingî ve her kes baweriya xwe pê tîne ku tirba li vir ya Şêx Evdilezîz e. Yek ji van keviran dis ala 2008'an de ji aliyê dewleta Îranê ve tê dizîn.
ÇEÇENÊN DAIŞ'Ê TIRBA TEVHÎD HILWEŞANDIN
Piştî ku çeteyên El Nûsra Çiyayê Kizwanan radestî çeteyên DAIŞ'ê kirin, xeml û rewşa dîrokî ya li çiyê jî zerar dît. Tirba Şêx Evdilezîz û ya kurê wî Bîn Omer hatin xerakirin. Dayika Watxa ku tevî hemû gefên DAIŞ'ê mal û tirb neterikand got, "DAIŞ'ê di 1'ê Nîsana 2014'an de bi bombeyan tirbe teqand. Bi qasî ku dizanim yê ev tirbe teqand yekî Çeçen bû. Tê gotin ku alîkarê Ebû Omer Şîşanî ye."
Dayika Watxa anî ziman ku kevirê din ê şahîtok jî, çeteyên DAIŞ'ê bi xwe re birine.