Di navbera rejîmê û DAIŞ'ê de pevçûn

Li gundên Davûdiye û Ebyad ên bi qasî 10 km dûrî navenda Hesekê ne, pevçûnên di navbera rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê de dewam dikin.

Li gundên Davûdiye û Ebyad ên bi qasî 10 km dûrî navenda Hesekê ne, pevçûnên di navbera rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê de dewam dikin.

Operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên ji bo paqijkirina Kantona Cizîrê ji faşîstên olperest ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bike, dewam dikink. Li aliyê din çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nuqteya kontrolê ya rejÎma Sûriyeyê ya li ser pira Edyadê kirin. Êrîş saet di 04:00 de pêk hat.

Pevçûnên di navbera rejîmê yên li nêzî gundên Davûdiye û Ebyad ên 10 kîlometre dûrî navenda Hesekê ne, ev du hefte ne dewam dikin.

Hat ragihandin ku Mûgannaîniyên ser bi rejîmê ku di pevçûnên duh de windahiyên giran dan, dema hewl da cenazeyên xwe ji ser pira Ebyadê werbigirin, rastî êrîşê hatin.

Li gorî agahiyan, Mûgannaîniyan windahiyên giran dane û balafirên şer ên rejîmê jî li mewziyên çeteyên DAIŞ'ê xistine.

Ji navenda bajêr dengê pevçûnan tê. Danê sibehê jî balafirên şer ên rejîmê, di ser Hesekê re nizm firiyan.