Heyva Sor a Kurdistanê kongreya xwe ya 23. lidar xist

Saziya alikariyê Heyva Sor a Kurdistan 23. Kongreya xwe li darxist. Di kongreyê de biryara hat girtin ku xebatên alîkariyê jib o tevahiya Rojava û herêma Şengalê du qat were zêdekirin.

Saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê 6’ê Hezîranê li bajarê Almanyayê Kolnê kongreya xwe ya 23’mîn lidar xist..

Kongre bi tevlîbûna 65 delege û gelek 30 mêvan pêk hat. 

Axaftina destpêkê ya kongrê ji aliyê Seroka Heyva Sor a Kurdistanê Suat Yalçin ve hat kirin..

Yalçin di axaftina xwe diyar kir ku  saziya Heyva Sor a Kurdistanê sala 2014’an hemû hêz û derfetên xwe ji bo alîkariya gelên Rojava û Kurdên Şengalê bikar aniye…
Suat Yalçin ji ber hestiyariya li hemberî rewşa aloz ya Kobanê û Şengalê, malavahiya Kurdistaniyên Ewrûpa kir û da zanîn ku ew ê  di sala 2015’an de jî bi heman berpirsiyariyê destê alîkariyê li her devera Kurdistanê dirêjî welatiyên muhtac bikin..

Piştî axaftina Suat Yalçin dîwana Kongrê hat desnîşankirin û paşê rapora xebata salekê hat xwendin.

Di axaftinan hat destnîşankirin ji destpêka sala 2014'an ve Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bersivdayîna pêdiviyên welatiyên muhtac yên li Kobanê û Şengalê kamanyayên mezin birêve birine û giranî daye xebatên xwe yên alîkariyê...
Piştî nirxandinan, rapora xebatê ji aliyê delegeyan ve hat erêkirin..

Saziya Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî, bi peyameke nivîskî Kongreya Heyva  Sor a Kurdistanê pîroz kir û ji ber keda dane, malavahiya tevahiya xebatkataran kir..

Delegeyên Kongrê ji bo bihêzkirina xebatên saziyê yên sala 2015’an, pêşniyar û nirxandinên berfereh kirin. Di encamê de plansaziyeke hat amade kirin..

Li gorî vê plansaziyê, Heyva Sor a Kurdistanê wek salên derbasbûyî, di 2015’an de jî wê hemû derfetên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên jiyanî  yên Kobanê û Şengalê bikar bîne..

Piştî nirxandinan, hilbijartinên rêveberiya giştî hatin lidarxistin..

Di encamê de Dr Rojvan Bilgin, Amîra Osso, Vahdettîn Kiliç, Suat Yalçin û Çekdar Uruç weke endamên rêveberiya Heyva Sora Kurdistanê hatin destnîşankirin..

Dawiyê rêveberiya nû civîna xwe lidar xist û Dr. Rojvan Bilgin weke serokê nû yê Heyva Sor a Kurdistanê hat ragihandin.

...