Di provokasyona Amedê de hejmara miriyan bûn 3
Piştî Serokê Îhya Der Aytaç Baran li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat, kesên ji komeleyê derketin êrîş pêk anîn ji 4 kesên birîndar bûn 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Piştî Serokê Îhya Der Aytaç Baran li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat, kesên ji komeleyê derketin êrîş pêk anîn ji 4 kesên birîndar bûn 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê Aytaç Baran ê Serokê Îhya Der a bi nêzîkbûna xwe ya bi Huda Par tê naskirin li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Piştî vê êrîşê koma ji komeleyê derket di serî de Qehwexaneya Sîsê dikanên esnafan dan ber guleyan. Di gulebaranê de ji 4 kesên birîndar bûn 2 kesan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
Serdozgeriya Komarê diyar kir ku ji derveyî Aytaç Baran 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ligel vê nûçegihana DHA Canan Altintaş a rastî êrîşa Huda Par’iyan a bi ço û satoran hat li nexweşxaneyeke taybet tê emeliyatkirin. Hat diyarkirin ku Altintaş ji çavê xwe birîndar bûye û di serê wê de şkestin hene.