KHM: Pêwîst e têkildarî êrîşa Amedê doza gelemperiyê bê vekirin

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê xwest têkildarî êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga Amedê doza gelemperiyê bê vekirin.

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê xwest têkildarî êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga Amedê doza gelemperiyê bê vekirin.

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (KHM), têkildarî êrîşa 5’ê Hezîrana 2015’an a li hember mîtînga HDP’ê ya li Qada Îstasyonê li Serdozgeriya Komarê gilî kirin û xwestin wek alî tevlî dozê bibin.

KHM, xwest gumanbar û rêxistina di nav de cih digirin bê lêkolînkirin, bi endam û rêveberên wê re der heqê wezîfedarên gelemperiyê yên têkildarî vê bûyerê îxmala wan heye doza gelemperiyê bê vekirin. KHM’ê her wiha xwest wek alî di dozê de amade be.