KCK: Divê encamên hilbijartinê rast bên fêmkirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku HDP'ê serketineke mezin bi dest xistiye. KCK'ê bang li hemû hêzên siyasî kir ku encamên vê hilbijartinê rast binirxînin û berpirsyariyê wê bicih bînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku HDP'ê serketineke mezin bi dest xistiye. KCK'ê bang li hemû hêzên siyasî kir ku encamên vê hilbijartinê rast binirxînin û berpirsyariyê wê bicih bînin. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên ku ji aliyê her kesî ve weke hilbijartinên dîrokî tê qebûlkirin de, HDP'ê serketineke mezin bi dest xistiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serketina HDP'ê serketina pevgihîna gelên Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê ye" û ev xal destnîşan kir: "Serketina HDP'ê serketina projeya HDP-HDK'ê ye ku rewşa şênber a projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo ye. Ev serketin serketina gelên me yên ku li Kobanê, Şengalê û çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminê demokrasiyê li ber xwe didin e.

Ev serketin beriya her tiştî serketina yên di vê kampanya hilbijartinê de şehîd ketine ye. Gelên me yên leheng ên li Agirî komplo pûç kir û şehîdên me yên bedena xwe kirin mertal, di pêkhatina vê serketinê de roleke dîrokî lîstine. Hamdûllah Oge yê li Çewlikê hat qetilkirin û yên di komkujiya li Amedê de şehîd ketin, afirînerên sereke yên vê serketinê ne.

Gelên Tirkiyeyê yên ku li hemberî bombekirin û şewitandina buroyên hilbijartinê û êrîşên li dijî mîtîngan ji meşa xwe vengeriyan, afirînerên vê serketina hilbijartinê ne. Li ser vê bingehê em şehîdên xwe bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin, tevahiya gelên xwe pîroz dikin."

'EM HEMÛ RÊXISTINÊN ÇEP Û DEMOKRASIYÊ PÎROZ DIKIN'

Di dewama daxuyaniya KCK'ê de ev xal hat destnîşankirin:

"Di vê serketinê de, tifaqa sosyalîst, komên çep û hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bi hêzên azadiyê yên gelê Kurd re kiriye, roleke mezin lîstiye. Ji aliyê her kesî ve hatiye fêmkirin ku ya bi Tirkiyeyê daye qezençkirin ev bihevrebûyîn e û di afirandina Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad de ji niha û pê ve jî pêwîste ev xet were şopandin. Em, MLKP, EMEP, SDP, Parîzan, MKP, Devrîmcî Karagah, Keskî û Pêşeroja Çep, ODP, Malên Gel û hemû rêxistinên çep û hêzên demokrasiyê yên di aşkerabûna vê rastiyê û serketina HDP'ê de rol lîstin, silav dikin, pîroz dikin.

'YEKÎTIYA NETEWEYÎ XURT KIRIN'

Tifaqa hilbijartinê ya DDKD û Azadî, desteka derdora Nûbihar û Zehra ku bi helwesta xwe re yekîtiya neteweyî xurttir kirin, di serketina vê hilbijartinê de roleke girîng lîstine. Bê guman, di serî de YNK û Tevgera Goran ên ji Başûrê Kurdistanê hatin û tevlî kampanya hilbijartinê ya HDP'ê bûn, hêzên siyasî yên Başûrî hem di serketina hilbijartinê de rol lîstine, hem jî di xurtkirina yekîtiya neteweyî de bi berpirsyarî rabûne.

'HEMÛ CIVATÊN BAWERÎ Û ETNÎKÎ, DERIYÊ TIRKIYEYA DEMOKRATÎK HETA DAWIYÊ VEKIRIN'

Hemû civatên etnîkî û bawerî û komên civakî, ku hêza civakî ya vê hilbijartinê bûn û di serketina HDP'ê de rol lîstin, em wan pîroz dikin. Bi vê helwesta xwe re lêkera neteweya demokratîk çêkirin û deriyê Tirkiyeya azad û demokratîk heta dawiyê vekirin.

Civatên ji baweriyên cuda Elewî, Êzidî, Suryanî, Ermenî, Şîa, Terekeme yên heta roja îro her tim li derve hatine hiştin, di vê hilbijartinê de di serketina HDP'ê de rol lîstine û ji bo afirandina jiyana demokratîk û azad bûne aktorê bingehîn. Nîşan dan ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi qebûlkirina van civatan bi nasname û çanda xwe re dibe, rê li ber pêşketina çanda demokratîk vekirin û di afirandina pêşeroja demokratîk û azad a Tirkiyeyê de berpirsyariyeke mezin hilgirtine."

'JIN LEHENGÊN KEDÊ YÊN VÊ HILBIJARTINÊ NE'

KCK'ê da xuyakirin ku jin lehengên kedê yên vê hilbijartinê ne û got, "Bi hêza xwe ya rêxistinbûyî, bi keda xwe ya mezin, bi daxwaza xwe ya azadiyê re, weke hêza herî demokratîk û herî şoreşge a vê pêngava şoreşa demokratîk bûne motora şoreşa demokratîk û di kombûn û serketina HDP'ê de rola herî diyarker lîstine. Bi rêjeya ji 40 parlamenterî re nîşan dane ku ew ruhê azadiyê yê şoreşa demokratîk a li Tirkiyeyê ne."

'GELÊ KURD HÊZA BINGEHÎN A ŞOREŞA DEMOKRATÎK E'

KCK'ê diyar kir ku gelê Kurd careke din nîşan daye ku ew hêza herî bingehîn a şoreşa demokratîk a li Tirkiyeyê ye û got, "Paqijkirina Kurdistanê ji AKP a xwedî zîhniyeta hegemonîk otorîter, ku xwe weke dewleta nû ya qirkirinê destnîşan kiriye, yek ji encamên herî zelal ên vê hilbijartinê ye. Helwesta gelê Kurd careke din raxistiye pêş çavan, ku Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya Kurd û HDP mûxatab û vîna siyasî ya Kurdan e, pirsgirêka Kurd jî ancax bi muzakereya bi mûxatabên xwe re dikare çareser bibe. Bi vî rengî bi awayekî zelal hatiye nîşan dan ku pirsirêka Kurd bi kê re û çawa dikare were çareserkirin. Bi vî rengî dawî li mijara 'mûxabat û temsîlkar kiye' hatiye anîn. Gelê Kurd destnîşan kir ku yekîtiya demokratîk a li Tirkiyeyê bi yekîtiya neteweya demokratîk a di projeya HDP'ê de dikare pêk were. Gelê Kurd bûye pêşeng û hêza rêvebirinê ya vê serketinê. Em gelê Kurd ê ku bi coşa pêkanîna Tiriyeya demokratîk û Kurdistana azad yekîtiya xwe bi xurtî pêk anî û di vê serketinê de rola herî mezin lîst, pîroz dikin."

'SERKETINA HILBIJARTINÊ SERKETINA POLÎTÎK Û ÎDEOLOJÎK A RÊBER APO YE'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Ev serketina hilbijartinê, tevî ku serketina polîtîk û îdeolojîk a Rêber Apo ye, di heman demê de raxistiye pêş çavan ku Rêbertî di bin mercên tecrîda li zîndanê de be jî wê rola xwe bilîze" û destnîşan kir ku hatiye dîtin, şert û merc çi dibe bila bibe, bandora siyasî û îdeolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare bê astengkirin.

KCK'ê got, "Rastiya bingehîn a vê hilbijartinê derxistiye holê ew e, ji aliyê gelên me ve hatiye dîtin; nêrîna Rêber Apo wê aştî, azadî, demokrasî û aramiyê bîne Tirkiyeyê. Vê rastiyê nîşan daye ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo nabe ji hev cuda werin dîtin û azadiya Rêber Apo, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd heman pêvajo ne. Ji ber vê yekê divê tecrîda li ser Rêber Apo tavilê were rakirin, bê azadkirin û li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên Elewiyan û hemû pirsgirêkên din, Tirkiyeya demokratîk were afirandin."

'DIVÊ PÊNGAVA TACÎDARKIRINA BI DEMOKRATÎKBÛYÎNA TIRKIYEYÊ RE BÊ DESTPÊKIRIN'

KCK'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van nuqteyan:

"Serketina HDP'ê serketina hêzên demokrasiyê ye. Lewma wezîfeya bingehîn a ji bo pêkanîna demokratîkbûyînê ji HDP'ê re hatiye dayîn. Ji ber vê yekê, divê HDP bernameyeke ku li Tirkiyeyê şoreşa demokratîk biafirîne û Tirkiyeyê bi rastî jî demokratîk bike deyne holê û li dora vê bernameyê hemû hêzên demokrasiyê bixe nava tevgerê. Girîng e tifaqa demokratîk bêhtir were berfirehkirin û pêngava bayê şoreşa demokratîk a li Tirkiyeyê bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê re bê tacîdarkirin, were destpêkirin.

Serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de, sîstema siyasî ya destûra bingehîn a 12'ê Îlonê jî têk biriye. Nabe ku êdî gelên Tirkiyeyê bi vê destûra bingehîn a di pratîkê de ji hev hatiye belavkirin bê birêvebirin. Nabe ku bi vê destûra bingehîn re bê jiyîn. Ji ber vê yekê çêkirina destûreke bingehîn a azadîparêz û demokratîk bûye pêwîstiyeke lezgîn.

'MECLÎSA HEYÎ XWEDÎ TAYBETMENDIYA MECLÎSA DAMEZRÎNER E'

Tevî kêmasiyên xwe Meclîsa heyî hemû cihêrengiyên etnîkî, bawerî û civatên siyasî vedihewîne. Bi vê karaktera xwe re xwedî taybetmendiya Meclîsa Damezrîner e. Pêwîste bi vê hişmendî û zanebûnê were nirxandin. Her kes dibêje ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi destûreke bingehîn a nû heye. Ji ber vê yekê, divê xebatên çêkirina destûreke bingehîn a Tirkiyeyê demokratîk bike, hemû pirsgirêkan çareser bike, aştî û aramiyê mayînde bike, bi berpirsyariya Meclîsa Damezrîner werin destpêkirin, destûreke bi vî rengî bibe malê civakê û bi beşdariya civakê re diyarî gelên Tirkiyeyê were kirin.

'NE TENÊ TÊKÇÛNA AKP'Ê YE, TÊKÇÛNA ÇETEYÊN FAŞÎST ÊN QIRKER E'

Di van hilbijartinan de ne tenê AKP têk çûye, zîhniyetê DAKP'ê û hemû nêrînên siyasî û polîtîkayên li vî zîhniyetî tên, têk çûne. Bi têkçûna AKP'ê re çeteyên faşîst û qirker ên weke DAIŞ û El Nûsra jî têk çûne. Li ser vê bingehê, di çarçoveya zîhniyetê neteweya demokratîk de, xewna şoreşa demokratîk wê li Tirkiyeyê destpê bike û bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Zîhniyet û polîtîkayên ji aliYê neteweyî û etnîkî ve pevçûnê di navbera gelan de derdixînin wê êdî qels bibin û serdema neteweya demokratîk a jiyana aştiyane û bi hev re ya civatên civakî, çandî, olî û etnîkî yên Rojhilata Navîn destpê bike.

'AKP'Ê TI TIŞT JI ENCAMÊN HILBIJARTINÊ FÊM NEKIRIYE'

Hikûmeta AKP'ê nîşan daye ku ti tişt ji encamên vê hilbijartinê fêm nekiriye. Bi gotina 'Wê HDP êdî fîlmê pêvajoya çareseriyê çêbike' re feraseteke gelekî xetere nîşan daye. Yên ku neketine nava pêvajoya çareseriyê ya ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê afirand, niha nîşan didin ku gotina çareseriyê bi awayekî durû bikar tînin. Di rewşeke ku gelê Kurd bi vîna xwe ya siyasî ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê nîşan daye ku çareserî pêwîstiyeke lezgîne de, di rewşeke ku hêza siyasî û civakî ya çareseriyê xurt bûye de, yên ku dibêjin çareserî xeyal e, rûyên xwe yên rastî nîşan dane. Divê berdevkên AKP'ê zanibin ku pêwîstiya çareseriyê hîn bêhtir mecbûrî bûye. Aşkerabûna rûyê AKP'ê yê ku bi afirandina bendewariyan re mijûlkarî dikir, demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd nêzîktir kiriye.

'PÊWÎSTE ENCAMÊN HILBIJARTINÊ RAST WERIN FÊMKIRIN Û PÊWÎSTIYÊN WÊ BICIH WERIN ANÎN'

Êdî li Bakurê Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêk hatiye. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de zelalbûna temsîl û mûxatab re, hatiye destnîşankirin ku dewlet û hikûmeta Tirk divê bi kê re û çawa pirsgirêka Kurd çareser bike. Feraseta neteweya demokratîk a HDP'ê jî ji bo vê çareseriyê şenseke mezin e. Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên siyasî dikin ku encamên van hilbijartinan rast fêm bikin û pêwîstiyên wê bicih bînin.

Hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî pêwîste di bicihanîna encamên hilbijartinê de bêhtir bi berpirsyarî rabin, vê tifaqa xwe ya destpêkê bêhtir xurt bikin û daneheviya demokratîkbûyîn û têkoşîna bi dehan salan, bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê re tacîdar bikin."