YPG: 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerê li Kobanê û Cizîrê derbeyên giran li çeteyan hatin xistin û got ku 15 cenazeyên çeteyan û gelek çek û cebilxane ketin dest.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerê li Kobanê û Cizîrê derbeyên giran li çeteyan hatin xistin û got ku 15 cenazeyên çeteyan û gelek çek û cebilxane ketin dest.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye:

“Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin roja xwe ya 34’an de bi serketî berdewam dike.

Hêzên me duh di seatên nîvro û şevê de jî operasyonên xwe ya li rojhilat û bakurrojhilate bajaroka Silûk domandin. Di çarçoveya van operasyonan de duh pişt nîvro gundên Zîla û Ceşkiya, 3 mezra, di seatên şevê de jî gundên Sikeriyê û Ebdella ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Komên çeteyan 5 û 6’ê Hezîranê, li hember hin nuqteyên hêzên me ya li milê rojhilat a çiyaye Kezwanê êrîşek li dar xistibûn. Piştî ev êrîşên ku navenda bajera Hasekê hedef digirt hatin şikandin hêzên me li heman qadê xebatên legerîne destpê kirin. Di çarçoveya van xebatan de hêzên me tevî 9 termên çeteyan 1 panzer, 2 pîkab, 1 maşîneya mitfê reşaş barkirî, 1 maşîneya doçka 23,5mm barkirî yên ku di van pevçûnan de derb xwari bûn bi dest xistin.

KOBANÊ

Berxwedana bi armanca rexistina terorî ya DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî paqij bikin tên meşandin, roja xwe ya 267’an de berdewam dike.

Li nêzîkî gundê Bîrevdo ya li rojhilate Kobanê hêzên me li hember komek çeteyan operasyon li dar xist. Di vê operasyone de qasî hat zelalkirin 1 endame çeteyan hatin kuştin.

Piştî êrîşên li hember gundê Kirat a li başûrê Kobanê hat şikandin, xebatên legerîne ku li vê qadê hat destpêkirin bi encam bû. Di çarçoveya van xebatan de termê 6 çeteyan ketin destê hêzên me.ˮ