MLKP Kurdistan: Îradeya yekbûyî ya gelan qezenc kir
MLKP Kurdistanê têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê daxuyaniyek da û got: “Zîhniyeta mêtînger têk çû. Gelê me yê kedkar qezenc kir. Wê niha hêza meclîs û hêza kolanê qezenc bike.”
MLKP Kurdistanê têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê daxuyaniyek da û got: “Zîhniyeta mêtînger têk çû. Gelê me yê kedkar qezenc kir. Wê niha hêza meclîs û hêza kolanê qezenc bike.”
MLKP Kurdistanê têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê de daxuyaniyek da û got: “Zîhniyeta mêtînger têk çû. Gelê me yê kedkar qezenc kir. Wê niha hêza meclîs û hêza kolanê qezenc bike. Emê têkoşîna edelet, azadî û wekheviyê bi serkeftinê tacîdar bikin. Heta serkeftinê rawestandin tine.”
Partiya Komunîst Lenînîst Marksîst (MLKP) balkişand ser zextê desthilatdariya AKP’ê yên beriya hilbijartinê li gel hatine kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevî hemû zext, zilm, îşkence, tehdîd û lîstikên qirêj yên rejîma AKP’ê ya faşîzan, xebatên hilbijartinê yên bi îrade û afrîneriyeke mezin a gelê me hat meşandin, bi serkeftinê encam bû. Erdogan û şurekaya wî ku bibûn sembola kîbir û zextxwiriyê, têk çû. Zîhniyeta mêtînger têk çû. Gelên me yên kedkar qezenc kir.”
MLKP Kurdistanê di berdewamiyê de got ku planên mêtînger bi têkoşîna gelan, bindest, jin û ciwanan têk çûne û got: “Bi 7’ê Hezîranê re, benda hilbijartinê ya mîrateya qanûnên faşîzan ya 12’ê îlonê bû, ji aliyê hêzên demokratîk, welatparêz û bindestan ve hatiye derbaskirin. Têkoşîna yekbûyî ya gelan bend hilweşandine. Em ji bo hemû kesên keda wan derbas bûye, spas dikin.
Ev serketina ku gelê Kurd bi birayên xwe yên Tirk re bidest xistiye, têkçûna mêtîngerên faşîzan yên 12’ê îlonê ye. Gelê me li Kurdistanê AKP paqij kir û derseke mezin da Erdogan û partiya wî. Ji bo vê jî em wan bi taybet pîroz dikin, silav dikin.
Pira biratiyê ya di navbera gelê Kurd û Tirk de hatiye avakirin, îro zêdetir saxlem bûye. Nîjadperestî neteweperestî fêde nekiriye û bi têkoşîna hepvar a gelê me deriyê jiyana nû hatiye vekirin. Bi vê serkeftina HDP’ê di avakirina rêya wekhevî û biratiyê de pêngavek girîng hatiye avêtin.
Vê serketina HDP’ê derfetê temsîlkirina îradeya bindets û jinan afirandiye. Nûnerên Elewî, Suryanî, Ermenî û Ereb ketine meclîsê. Polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û mêtîngeriyê vala derxistine. Ev têkoşîna hatiye bidestxistin, derfertên nû daye têkoşîna azadiya me, li dijî mêtîngeriya faşîzan deriyê mewziyên nû vekiriye. Meclîs tenê qadeke vê têkoşînê ye.
Em hemû gelê xwe ku ked daye vê têkoşînê silav dikin, serketinê ji wan re dixwazin. Em welatparêz û kedkarên xwe yên di vê pêvajoyê de birîndar bûn silav dikin. Yên jiyana xwe ji dest dane jî bi rêzdarî bibîr tînin.”