Cenazeyên 10 şervanên YPG’ê ji Rojava hatin oxirkirin

Bi hezaran welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 10 şervanên YPG’ê yên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Başûr kirin, ji wir jî wê ber bi Bakur ve bêne oxirkirin.

Bi hezaran welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 10 şervanên YPG’ê yên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Başûr kirin, ji wir jî wê ber bi Bakur ve bêne oxirkirin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrik û Girkê Legê cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê Adil Şernexî, Axîn Rohat, Şoreş Gabar, Robar Beksî, Çekdar Serêkaniyê, Andok Dara, Diyar Pîran, Kortay Kendal, Zelal Emanos û endamê hêzên Dijî Terorê Mahir Arcaca  ji nexweşxaneya Roj a Dêrikê wergirtin.

Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şervanên jiyana xwe ji dest dabûn vekirin, alên TEV-DEM, YPG, YPJ hilgirtin bi karwanekî wesayîtan ber bi Deriyê Sînor ê Sêmalka ve derketin rê. Di rê de kerwan ji aliyê welatiyên gundên herêma Koçerat ve bi dirûşman hate pêşwazîkirin.

Li deriyê Sêmalka merasîm hate lidarxistin. Destpêka merasîmê şervanên YPG’ê merasîma leşkerî li dar xistin. Paşê Fermandarê YPG’ê Zinar Koçer axivî û bal kişand ser berxwedana bêhempa ya şervanên YPG’ê û soza şopandina rêya wan da.

Di merasîmê de endamê Rêveber ê TEV-DEM’ê Becar Dêrik axivî û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û got ku wê hemû herêmên Rojava ji çeteyên DAIŞ’ê bêne rizgarkirin. Dêrik, her wiha serketina HDP’ê li gelê Bakurê Kurdistanê pîroz kir û da zanîn ku serketina HDP’ê û serketinên YPG’ê yên li ROjava wê rêya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan veke.

Piştî axaftinan sicîlên şervanan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiya merasîman de cenazeyên şervanan di deriyê Sêmalka re ber bi Başûr ve hatin şandin.

...