Li Ewropayê pîrozbahiyên serketina HDP'ê
Mîna li Kurdistan û Tirkiyeyê, serketina HDP'ê li Ewropayê jî bi coşeke mezin tê pîrozkirin.
Mîna li Kurdistan û Tirkiyeyê, serketina HDP'ê li Ewropayê jî bi coşeke mezin tê pîrozkirin.
Mîna li Kurdistan û Tirkiyeyê, serketina HDP'ê li Ewropayê jî bi coşeke mezin tê pîrozkirin.
BOCHÛM: Bi qasî hezar Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Elmanya Bochûmê li hev kom bûn, serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de pîroz kirin. Girseya gel li ber stranên Welat û Narîn Xan govend gerand.
HANNOVER: Kurdistanî û dostê wan ên li bajarê Elmanya Hannover û derdora wê dijîn, serketina HDP'ê bi gerandina govendê pîroz kirin. Pîrozbahî bi beşdariya zêdeyî hezar kesî li Steîntor pêk hat. Ciwan bi konvoya ji wesayîtan li nava bajêr geriyan.
HAGEN: Serketina HDP'ê li bajarê Elmanya Hagenê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji aliyê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ve hat pîrozkirin. Kurdistaniyên ku bi mehan li Hagen û derdora wê xebatên hilbijartinê meşandin, bi kêfxweşiya encamdayîna xebatên xwe li avahiya komeleyê civiyan. Kurdan li ber stranên Koma Dengê Çiya govend gerandin û dûre bi wesayîtan li nava bajêr geriyan.
BORDEAÛX: Li bajarê Fransa Strasboûrgê serketina HDP'ê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li parka Cenon Palmerê civiyan, li ber stranan govend gerandin û dirûşmên "Her bijî HDP" qîriyan. Girseya gel posterên Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan, alên PKK, YPJ û YPG'ê hildan. Hunermend Çetîn Zîlan jî hunera xwe pêşkêş kir û girseya gel bi saetan govend gerand.
GRAZ: Li bajarê Awûstûrya Grazê serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de bi dest xist, hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistaniyên duh saet di 17:00 de li Grîesplatzê civiyan, posterên Ocalan hildan û alên HDP'ê vekirin. girseya gel li ber stranên Hawar Komo, Osman Yilmaz û Abbas Dogan govend gerand. Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Grazê di axaftina li vir de diyar kirin ku bi saya berxwedana bi rûmet a gelê Kurd îro benda hilbijartinê ya ne adîl hatiye hilweşandin û bal aht kişandin ser girîngiya rola Ocalan. Hat destnîşankirin ku ev serketin bi keda tevgera Kurd a Azaiyê ya li Kobanê û Şengalê, bi dayîna berdêlên giran pêk hatiye. Pîrozbahî heta saet 20:00 bi gerandina govendê dewam kir.
DELEMONT: Li bajarê Swîsre Delemontê, serketina HDP'ê bi gera konvoya ji wesayîtan a li nava bajêr hat pîrozkirin. Bi dehan wesayîtên li nava bajêr geriya, piştre li Meydana Stasyonê ya Delemontê kom bûn. Girseya gel li vê derê govend gerand. Pîrozbahî piştî axaftinên MLKP û Komeleyên Kurdan, bi gerandina govendê bi dawî bû.
DEN HAAG: Serketina HDP'ê li bajarê Hollanda Den Haagê jî hat pîrozkirin. Hevserokê navnda Civaka Demokratîk a Kurd a Deng Haagê Cemîl Serhat di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser xebatên dildarên HDP'ê yên ev sê mehin dimeşînin û spasiyên xwe pêşkêşî her kesên di vî karî de cih girtin. Ji Navenda Civaka Demokratîk Aliye Zengîn jî bibîr xist ku bi HDP'ê re rengê cihê derbasî Meclîsê bûye. Nûnerê Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya li Hollandayê (HTÎF) da xuyakirin ku wan hewl da li Hollandayê heta ji wan bê, tevkariyê li vê serketinê bikin. Ji Partiya Sosyalîst Yûnûs Lûtfûla jî qetilkirina mirovan li Amedê şermezar kir û derbasbûna HDP'ê ji bendê weke gaveke mezin nirxand. Hevseroka KCD-E Dilşa Osman jî di axaftina xwe ya li vir de komkujiya li Amedê şermezar kir û got, "Pêwîste ji niha û pê ve êrîşên li hemberî Kurdan bi dawî bibin."
Girseya gel li meydana Schalk Bûrgerpleînê, ku bi alên HDP'ê xemilandibûn, govend gerand û serketina HDP'ê pîroz kir.