Li Dûîsbûrgê êrîşa li Amedê hat lanetkirin

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, êrîşa bombeyî ya hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hat protestokirin.

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, êrîşa bombeyî ya hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hat protestokirin.

Çalakiya şermezarkirinê li qada semta Hambornê pêk hat. Li ser navê Însiyatîfa Kurecikiyan Hasan Elîgul û li ser navê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk Rejîn Edealî li vir daxuyanî dan.

Di çalakiyê de, der barê êrîşên li dijî HDP'ê de gelê Elman jî hat agahdarkirin û ji bo xwepêşandana protestoyî ya îro saet di 17:00 a li ber Dûîsbûrg HBF'ê banga beşdariyê hat kirin.