HPG: Li Kurdistanê kontra li dû lîstikên qirêj in
Çend saet beriya hilbijartinan li Kurdistanê xebatên kontra û tevgera leşkerî bê navber dewam dikin.
Çend saet beriya hilbijartinan li Kurdistanê xebatên kontra û tevgera leşkerî bê navber dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê xebatên kontra û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hat dayîn:
"Di 5'ê Hezîranê saet di 11:30 û 13:30 de li ser herêma Avaşînê balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker tevgeriyan. Ev tevgera hewayî li herêmên me yên gerîla zêde bûne. Li gorî vê yekê;
Di 5'ê Hezîranê saet di navbera 10:30 - 17:30 de li qadên Kuro Jaro, Şikefta Birîndaran, Girê Şehîd Adil, Girê Şehîd Fedekar, Çiyayê Reş ên herêma Zapê, saet di navbera 21:00 - 22:00 de li herêma Metîna, saet di navbera 16:00 - 18:00 de li herêma Heftanînê balafirên şer ên artêşa Tirk tevgeriyane; di 6'ê Hezîranê saet di navbera 01:00 - 02:00 de li herêma Avaşînê, heman rojê saet di navbera 04:00 - 12:00 de li herêma Zagrosê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.
Ji sibeha 5'ê Hezîranê heta saet 12:00, li Girê Sor ê ser bi Qereqola Oremar a navçeya Colemêrg Geverê tevgereke zêde ya leşkerî û veguhastin hatiye tespîtkirin.
Di 5'ê Hezîranê saet di 23:00 de komeke ji 3 kesan a kincên hêzên me yên gerîla li xwe kiribû û karê kontra dikir, çû gundê Dadan ê navçeya Mûş Gigimê û zext li gel kir.
Her wiha, komeke kontra li ser navê hêzên me yên gerîla çû cem malbata Hamdûllah Oge yê li navçeya Çewlik Kanîreşê hat qetilkirin û li ser navê hêzên me axivî. Ti eleqeya vê koma çûye cem malbatê bi hêzên me re nîne û ev kom xebateke kontra dimeşîne.
Ji saet 19:00 ê 5'ê Hezîranê heta saet 04:00 ê 6'ê Hezîranê li derdora gundê Tatan ê navçeya Mûş Gimgimê, artêşa T.C a dagirker kemîn daniye û li ser rê kontrola nasnameyan kiriye.