Agirî: Gelê Serhedê wê bersiva AKP’ê bide
Endama Koordînasyona KJK’ê Agirî got hilbijartinên 7’ê Hezîranê tercîha di navbera azadî û faşîzmê de ye û divê gelên Tirkiyeyê li dora HDP’ê bibin yek.
Endama Koordînasyona KJK’ê Agirî got hilbijartinên 7’ê Hezîranê tercîha di navbera azadî û faşîzmê de ye û divê gelên Tirkiyeyê li dora HDP’ê bibin yek.
Endama Koordînasyona KJK’ê Agirî diyar kir hilbijartinên 7’ê Hezîranê tercîha di navbera azadî û faşîzmê de ye û divê gelên Tirkiyeyê li dora HDP’ê bibin yek û got: “AKP serî li provokasyonan dide, olê îstîsmar dike. Şer diafirîne. Derewên AKP’ê nekare gelê me bixapîne. Gelê me xwedî hişmendiya polîtîk û siyasî ye.” Agirî gelê Serhedê silav kir û di serî de bang li jin û ciwanan û hemû civakê kir kû xwedî li nasnameya xwe derkevin.
Endama Koordînasyona Koma Jinên Kurdistan (KJK) Leyla Agirî hilbijartin û rola herêma Serhedê, her wiha êrîşên AKP’ê nirxand.
YAN FAŞÎZM AN AZADÎ
Agirî da xuyakirin ku ev hilbijartin wê pêşeroja Tirkiyeyê diyar bikin û got li gorî encaman wê faşîzm an jî wê azadî qezenç bike û got: “Divê Kurd û hêzên demokrasiyê li gorî vê nêz bibin. AKP bi polîtîkayên taybet li herêma Serhedê hestên gel yên olî mêtinger dike, lê êdî ev ne mimkun e. Di mîtîngên dawî de gelê me xwedî li partiya xwe derketiye û paşê xwe dane siyaseta derewkar. AKP êrîşkar bûye û heqaretê li jinan dike. Jin wê bi dengekî bilind di sindoqan de bersiva AKP’ê bidin.
JI BO PÊŞEROJÊ HDP
Di şexsê HDP’ê de yekem car ji bo gelê Tirkiyeyê derfetek girîng derketiye holê. Hemû partiyên li Tirkiyeyê yên dewletê bûn. Li Tirkiyeyê yekem car partiyek gel pêş dikeve. HDP ne tenê partiya Kurdan, a her aliyan e. Zîhniyeta serdest jî tehemulî vê nake û êrîş dike. Ez bang li gelên Tirkiyeyê dikim ku vê projeya jiyana nû baş binirxînin. Berevajî vê wê pêşeroja Tirkiyeyê ji AKP’ê re bê hiştin ev jî tê wateya şer, mîlîtarîzm, faşîzm û zayendperestiyê. Divê gelê Kurd û Tirk pêşeroja xwe li ser vê esasê ava bikin.”
KONSEPTA ŞER E
Agirî da xuyakirin ku AKP’ê polîtîkaya xwe ya şer di pêvajoya hilbijartinê de kûrtir kiriye û got: “Konsepta hilbijartinê ya AKP’ê konsepta şer e. Di pêvajoya hilbijartinê de, pêvajoya aştiyê daye sekinandin û vê derfeta ku yekem car hatiye bidestxistin, têk dibe. Hedefa AKP’ê ev e ku 400 parlamenterî derxîne. Ji ber vê jî serî li her lîstikê dide. Ola Îslamê her tim îstîsmar dike. Di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de xwest gel bixapîne. Serî li gelek derew û îftireyê daye. AKP'ya têk çûye êrîşên xwe dijwartir dike. AKP’ê li Agirî, Gever û gelek deveran provokasyon pêk aniye. Welatiyên sîvîl girtine, çewisandine an jî qetil kirine. Li keşfê xwe yên li herêm parastina medya zêde kirine. Hêzên me yên gerîlayan berpirs tevgeriyane û ev vala derxistine.”
BER BI KAOS Û ŞEREKÎ KÛR VE DIBE
Agirî bi lêv kir ku AKP li Kurdistanê şerekî navxweyî gur dike û got: “Li Tirkiyeyê li dij avahiyên HDP’ê êrîşan dike. Bi van êrîşan dixwazin gelan dîsa bîne hemberî hev. Li pişt êrîşên avahiyên HDP’a Edene û Mersînê çeteyê DAIŞ’ê derket holê. Daraz û polîsên AKP’ê ev ji nedîtî ve hatin û ev her du kes revandine Sûriyeyê. AKP bi vê helwesta xwe Tirkiyeyê dîsa dikişîne nava kaosê. Yekane hêza pêşî li vê bigire HDP ye. AKP bi provokasyona li Agiriyê jî konsepta xwe ya şer diyar kiriye.
AKP ÊDÎ NE XWEDÎ HÊZA KU BIXAPÎNE YE
Sekna gelê me û gerîlayan ev êrîş vala derxistine. Lîstikê AKP’ê deşîfre bûne. AKP’ê li Tirkiye û Kurdistanê bi rêjeyek mezin deng winda kir. Piştî Agiriyê li Serhedê bi ser gelek gundan de hat girtin û tehdîd hat kirin. Pere li gel hat belavkirin û xwestiye vê li dijî gel bikar bîne. AKP di her pêvajoya hilbijartinê de gel xapandiye û deng girtiye. Herî zêde jî li ser jinan pêk aniye. Lê êdî gelê me xwedî hişmendiya siyasî û polîtîk e.
Herêma Serhedê xwedî mîrateya serhildaneke bi heybet e. Di mîtînga Agiriyê de gel xwedî li dîrok û kevneşopiya xwe derketiye. Ez di serî de bang li hemû jin û ciwanan û her wiha civakê dikim ku pêşeroja xwe ava bikin û xwedî li nasnameya xwe derkevin. Ez gelê Serhedê silav dikim.”