Cenazeyê Abbasoglu şandin Dêrsimê

Cenazeyê Serokê Giştî yê DEHAP'ê Mehmet Abbasoglu ku ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, ji Amedê şandin Dêrsimê.

Cenazeyê Serokê Giştî yê DEHAP'ê Mehmet Abbasoglu ku ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, ji Amedê şandin Dêrsimê.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) Mehmet Abbasoglu, duh ji ber nexweşiya pençeşêrê li nexweşxaneyek taybet a li Amedê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Abasoglu, ji bo li bajarê wî Dêrsimê defin bikin ji Amedê şandin Dêrsimê. Wecîbeyên olî yê Abasoglu, li Mala Çand û Cemxaneya Pir Sultan Abdalê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin û piştre cenaze şandin Dêrsimê. Di merasimê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, endam û rêveberên DBP/HDP, KJA, Namzeta HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel û gelek kesên din amade bûn. Cenazeyê Abbasoglu bi karwanekê ji Amedê şandin Dêrsimê. Cenazeyê Abbasoglu de di saetên nîvro de bi merasîmekê li Dêrsimê bê definkirin.