Li Kolnê êrîşa li Amedê hat protestokirin
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Elmanya Kolnê dijîn, duh êvarê li ber Dêra Dom a Dîrokî kom bûn û êrîşên bombeyî yên li dijî gelê Amedê lanet kirin.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Elmanya Kolnê dijîn, duh êvarê li ber Dêra Dom a Dîrokî kom bûn û êrîşên bombeyî yên li dijî gelê Amedê lanet kirin.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Elmanya Kolnê dijîn, duh êvarê li ber Dêra Dom a Dîrokî kom bûn û êrîşên bombeyî yên li dijî gelê Amedê lanet kirin.
Di mîtînga ku ciwan gelekî bi hêrs bûn de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Faşîst Erdogan" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin qîrîn.
Beşdarên mîtîngê postera mezin a HDP'ê vekirin û banga kombûna li dora HDP'ê kirin. Beşdaran gotin, "Divê kes nekeve xefika provokasyonan û bersiva herî mezin jî di 7'ê Hezîranê de li ser sindoqan were dayîn.",
Hin ji Kurdistaniyên beşdarî çalakiya duh êvarê bûn bal kişandin ser provokasyonan û ev xal destnîşan kirin:
ROHAT AMED: Ez bi xwe jî ji Amedê me. Duh li hemberî gelê Amedê hewldana komkujiyeke mezin hat kirin. Lê belê bi hestyariya gelê me û hevgirtinê re ev hemû lîstikên qirêj hatin pûçkirin. Êrîş bi Kanîreşê re destpê kir, li Erzîromê dewam kir û li Amedê xwestin bigihînin fînalê. Mîna her carê gelê me ev lîstik jî xera kir û wê di 7'ê Hezîranê de bersiva herî xurt bide.
ÎMAM CAN: Ez êrîşên li dijî gelê me lanet dikim. Yên ku ev kirine wê teqez hesap bidin. Êrîşên li dijî HDP'ê ev du meh in tên kirin, lê belê kes ne li bendê bû ku êrîşeke ewçend namerdî rû bide. Êrîşên li Kanîreş û Erzîromê nîşan dan ku wê êrîş dijwar bibin, lê belê bi rastî jî nedihat bîra me ku li qadeke bi sed hezaran mirov, zarok, jin kom bûne, bombe bê teqandin û hewl bê dayîn ku mirov pê li hev bikin û komkujiyeke mezin rû bide. Me careke din dît ku dijminê me çiqasî namerd e. Lê belê piştî ku HDP'ê di 7'ê Hezîranê de bend derbas kir, wê bersiva herî mezin ji wan re bê dayîn.
ŞEHRAZAT GERGERSOY: Ez ji Amedê me û Amedê duh bi beşdariya bi sed hezaran kesî re nîşan da ku çiqasî bi aştiyê, bi Rêbertiyê re dilsoz e. AKP û hêza wê ya kûr ên nikarin xwe li vê rabigirin, êrîşên bi vî rengî namerdî dikin. Bula vê ji bîr nekin; gelê Amedê ne cara yekê ye li êrîşên bi vî rengî rast tê. Lê wê bersiva pêwîst di 7'ê Hezîranê de bide.
HILBIJARTIN Ê LI BER DÊRA DOMÊ WERE ŞOPANDIN
Li Kolnê wê ji saet 17:00 û pê ve li ber Dêra Dom a Dîrokî ekraneke mezin were amadekirin û hilbijartin li vir bê şopandin. Komîteya Amadekar bang li gel kir ku bê ber Dêra Domê ya Dîrokî û hilbijartinan li vir bişopîne."