FEDA: Dema zaliman diqede
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) êrîşên bombeyî yên li Amedê şermezar kir.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) êrîşên bombeyî yên li Amedê şermezar kir.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) êrîşên bombeyî yên li Amedê şermezar kir.
FEDA'yê di daxuyaniya xwe de got, "Yên ku duh li Sêwas-Madimakê mirovên me şewitandin, îro li Erzîromê û li Amedê rûyê xwe yê kirêt nîşan dan" û welatiyên jiyana xwe ji dest dan weke "Şehîdên Demokrasiyê" bi nav kir.
FEDA'yê diyar kir ku bersiva herî mezin a li desthilatdariya zilmdar a 90 salî û bersiva li êrîşên li dijî HDP'ê, sibe wê li ser sindoqan bê dayîn û got, "Mejiyê AKP'ê û serokkomarê wê yê dîktator R. Tayyîp Erdogan û mejiyê Mûaviye-Yezît heman mejî ne." FEDA bang li hemû gel û baweriyan kir ku li dora HDP'ê bicivin.
FEDA, di serî de Elewî bang li kesî kir ku xwedî li HDP'ê ya eniya mezlûman e derkevin û got, "Dawiya dema zaliman nêz e."
FEDA'yê gotina Seyîd Riza ya digot, "Em ê jî li ber we çongên xwe netewînin, serê xwe netewînin" bibîr xist û got, "Xwedîderketina li HDP'ê xwedîderketina li Pîr Sûltanan, Hallaci Mansûran, Seyîd Nesîmiyan, Seyîd Rizayan û neviyên wan e."
FEDA'yê got, "Em êrîşa li Amedê bi tundî şermezar dikin" û ev xal destnîşan kir: "Feraseta ku hewl da dubendiyê bixe navbera gelên me û baweriyên me, îro têk çûye û em dibêjin ku em li cem gelê Amedê yê xwişk-bira ne."
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) banga "Em 7'ê Hezîranê weke roja hesabpirsînê bibînin û li dijî zaliman em li cem mezlûman, li cem HDP'ê bisekinin" kir.