Li Erzîromê piştî 3 rojan bi tenê 6 kes hatin binçavkirin
Li Erzîromê, ji faşîstên êrîşî gelê beşdarî mîtînga HDP'ê bû kirin û hewl dan Aydin Taşkesen bişewitînin, bi tenê 6 ji wan, piştî 3 rojan hatin binçavkirin.

Ji faşîstên di 4'ê Hezîranê de bi kêr û satoran êrîşî bi deh hezaran kesên li mîtînga HDP'ê ya li Meydana Stasyonê kirin, bi sedan kes birîndar kirin û hewl dan HDP'yiyê bi navê Aydin Taşkesen bişewitînin û qetil bikin, bi tenê 6 jê hatin binçavkirin.
Piştî êrîşê, Waliyê Erzîromê ev provaya komkujiyê ji nedîtî ve hat û li ser nerazîbûna mezin a raya giştî piştî 3 rojan ji faşîstên hewl dan Taşkesen bişewitînin 2 kes girt.
Hat ragihandin ku Î.K. ê hatiye binçavkirin, ew kesê dema Taşkesen bi birîndarî li erdê bû kulm li wî dabû ye.
Her wiha faşîstên bi navê Y.Ç., F.B., O.S. û U.D. ku wêneyên wan ên bi kêr û satoran di çapemeniyê de hatin weşandin, hatin girtin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Erzîromê.
Di encama êrîşa ku polîsan bi tenê lê temaşe kirin de 2 jê giran zêdeyî 200 kes birîndar bûn û 180 wesayîtan zerar dîtin.