Tecrîda li Îmraliyê dewam dike

Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, birayê wî Mehmet Ocalan û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê serlêdana wan hat redkirin.

Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, birayê wî Mehmet Ocalan û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê serlêdana wan hat redkirin.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike.

Ji roja 5'ê Nîsanê û vir ve hikûmeta AKP'ê nahêle ku Heyeta Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Serlêdana ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Ocalan û xizmên 5 girtiyên din jî hat redkirin. 

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, wasiyê wî Mazlûm Dînç û xizmên girtiyên din ên bi navê Nasrûllah Kûran, Hamilî Yildirim, Çetîn Arkaş, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi hinceta 'keştî tê temîrkirin' serlêdan hatin redkirin.