MLKP Kurdistan: Em ê ji berpirsê komkujiyê hesab bipirsin

MLKP Kurdistanê têkildarî êrîşa bombeyî ya Amedê daxuyaniyek da û diyar kir ku berpirsê êrîşê Erdogan û AKP ye û got: “Ew berpirs wê li ber edaleta şoreşger hesab bidin.”

Partiya Komunîst Lenînîst Marksîst (MLKP) Kurdistan, êrîşa bombeyî ya di mîtînga HDP’ê ya Amedê protesto kir.

MLKP Kurdistanê, ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê Kurd re sersaxî xwest û got: “Gelê me wê li dijî vê êşê piştevaniyê mezin bike û ev wê ji birînên wan re bibe şifa.”

MLKP Kurdistanê da xuyakirin ku komkujiyek mezin hatiye hedefkirin û got: “Ger ku îro di encama îzdîhamek mezin de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest nedabe, ev bi saya hişmendî û rêxistinbûna peywirdarên cihê mîtîngê û gelê Amedê ye. Em gelê Amedê ku bi helwesta xwe ya rêxistinkirî û hestiyariya xwe ev lîstika kujeran xera kiriye, silav dikin.”

BERPIRSÊ KOMKUJIYÊ ERDOGAN Û AKP YE

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku berpirsê komkujiyê Erdogan û AKP ye û wiha got: “Yên kolanên Amedê kirin gola xwînê, yên ku bombe xistine avahiyên Mersîn û Edenê ne.  Yên ku êrîşê provakatîf li li dijî girseya HDP’ê pêk anîne. Yên ku li Çewlîkê Hamdullah Oge qetil kirine. Yên li Erziromê talîmata şewitandina gelê me daye. Yên komkujî li Êlihê plan kirine. Yên ku dibêjin HDP di bin bendê de bimîne bo başiya welat e, wezîrên dewleta mêtinger û hikûmet e. Yê ku dibêje ‘em ê di 7’ê Hezîranê de vî karî ji kokê çareser bikin’ dijminê gel ê faşîst û nîjadperest, Efkan Ala ye.  Lê bi taybet jî Tayyîp Erdogan yê ku heqaretan li tevgera Azadiyê dike û tecrîdê li Birêz Ocalan dike. Ger li holê berpirsek hebe ew jî Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ye. Ew berpirs wê hesabê vê bidin. Desthilatdarî li dijî serketina HDP’ê tirsiyaye û ji ber vê êrîş zêde kirine.”

MLKP Kurdistanê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Hebûna destê biratiyê tirsa mêtingeriyê zêde dike. Hêviya van gelan ancax xewna bi tirs a Erdogan û çeteyên wî ne. Ti fêdeya tirsê ji ecel re tine.  Rojekê wê ev zîhniyeta faşîzan têk bibin. Hesabê guleyên hatine berdan û bedenên parçe bûn wê ji rejîma AKP’ê bê pirsîn. Em hesabê komkujiya Amedê û hemû êrîşan li her derê bipirsin.”