Malbata Rûbar Qamişlo çû serdana Şengalê
Malbata yek ji fermandarê YPG’ê Rûbar Qamişlo ku li Rojava têdikoşiya û jiyana xwe ji dest da, çû serdana gerîlayên li Şengalê.
Malbata yek ji fermandarê YPG’ê Rûbar Qamişlo ku li Rojava têdikoşiya û jiyana xwe ji dest da, çû serdana gerîlayên li Şengalê.
Malbata yek ji fermandarê YPG’ê Rûbar Qamişlo ku li Rojava têdikoşiya û jiyana xwe ji dest da, çû serdana gerîlayên li Şengalê. Dayika Qamişlo got: “Ji bo ez hevrêyên kurê xwe bibînim, ez li her derê digerim. Hemû hevalên kurê min, keç û kurê min in.”
BI FELSEFEYA RÊBERTIYÊ RE HER ÇAR PARÇEYÊ XWE DA NASÎN
Yek ji Fermandarê YPG’ê Rûbar Qamişlo piştî çeteyên DAIŞ’ê li Rojava êrîş dan destpêkirin di berxwedanê de cih girt û di pêngava Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Qamişlo hemû herêmên berxwedanê ziyaret dike. Dayik, ap, xwişk û hevalên Qamişlo, çûn serdana gerîlayên li Şengalê. Dayika Qamişlo, dema gerîlayên li Şengalê dîtin, hestiyar bû û got: “Hûn jî kurê min, keçên min in. Berxwedana gerîlayên Şengalê li ser esasê keda hemû şehîdan de pêk tê. Bi felsefeya Rêbertiyê de her çar parçeyên Kurdistanê xwe nas kir. Parçeyên din jî wê bi felsefeya Rêberiyê xwe nas bike. Kurê min pir di bin bandora hevalê xwe de diman. Kurê min şehîd ket lê bi sedan kurê min, keçên min hene.
Dayika Qamişlo bal kişand ser girîngiya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got Êzidî jî di nav de hemû gelan bi vê felsefeyê xwe li jiyanê pêçandine.
Malbat piştre çû şehîdgeha Şengalê û baxçeyê Rêbertiyê. Dayika Qamişlo li vir jî axaftinek kurt kir.