Yildiz û Kurul ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin
Ramazan Yildiz ê 16 salî û Necatî Kurul ê 46 salî ku duh di bombebarana mîtînga HDP’ê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin.
Ramazan Yildiz ê 16 salî û Necatî Kurul ê 46 salî ku duh di bombebarana mîtînga HDP’ê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin.
Ramazan Yildiz ê 16 salî û Necatî Kurul ê 46 salî ku duh di bombebarana mîtînga HDP’ê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin. Bavê Ramazan Yildiz Husametîn Yildiz anî ziman ku wê sibe gel li ser sindoqan tola vê komkujiyê hilde.
Cenazeyê Ramazan Yildiz û Necatî Kurul hatin definkirin. Di saetên şevê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî otopsiya wan hat kirin û vê sibehê anîn Goristana Yenîkoyê. Li mizgefta Goristana Yenîkoy wecîbeyên olî anîn cih û cenazeyê Yildiz ji bo definkirinê rêkirin Goristana Dortyuzevlerê. Kurul ê bavê çar zarokan jî li Yenîkoy hat definkirin.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Ayla Akat Ata axivî û bombe ji bo can bê girtin hat teqandin û lê em ji bo hesab ji wan kesan bigirin berhev bûne. Akat da zanîn ku wê ev gel bersiva vê êrîşê di sindoqan de bide.
Piştî axaftinan girse derbasî Mala Şînê ya Gêlê bû.
ARMANCA WAN KOMKUJÎ BÛ
Cenazeyê Ramazan Yildiz ê ku duh di êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hat definkirin. Cenazeyê Yildiz piştî wecibeyên olî yên li Mizgefta Yenîkoyê hat kirin, li Goristana Dortyuzevlerê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat definkirin. Namzetên HDP'ê yên Amedê, Hevserokên Giştî yên BDP'ê Kamuran Yuksek û Emîne Ayna, hevşaredarên bajar û navçeyên Amedê û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Di merasimê de dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
Di merasîmê de Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek diyar kir ku duh xwestin li dilê Kurdistanê Amedê komkujiyê pêk bînin, lê gelê Kurd êdî xwe nas kiriye. Şîmşek anî ziman ku gelê Kurd li dijî vê hişmendiyê têdikoşe.
Husametîn Yildiz jî di merasîma cenazeyê kurê xwe Ramazan de axivî. Yildiz anî ziman ku wê sibe gel li ser sindoqan tola vê komkujiyê hilde û wiha got: "Wê sibe gelê me bi îradeya xwe vê hişmendiya qirêj paqij bike."
Piştî merasîma definkirinê gel ji bo sersaxiyê çûn mala şînê ya ji bo Yildiz hatiye danîn.