Mamoste Gever di mewziyên pêş de cihê xwe girt

Arjîn Gever ku bi seferberiyê re perwerdeya xwendin û nivîsandinê da zarokên Şengalê, piştî perwerde qediya di mewziyên pêş de cih girt.

Arjîn Gever ku bi seferberiyê re perwerdeya xwendin û nivîsandinê dide Zarokên Şengalê, piştî perwerde qediya di mewziyên pêş de cih girt.

Mamoste  Arjîn Gever piştî ku gelê Şengalê rastî komkujiyê hat ji bo birînên wan bipêçe hat Şengalê  perwerdeya zimanê dayikê da zarokên Şengalê. Gever piştî peywira xwe bi dawî kir, li şûna ku biçe malê, di mewziyan de cihê xwe girt.

Ji kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Başûrê Kurdistanê beşdarbûn didomin. Yek ji van jî mamoste Arjîn Gever e. Gever got: “Piştî perwerdeyê hewceye Şengalek nû ji zarokan re bê avakirin. Dema ez hatim Şengalê min xwe ji bo her qadê amade kiribû.  Hewcedariya zarokan bi perwerdeyê hebû. Min jî peywira xwe anî cih.

Ez ji bo bibim dengê banga seferberiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatim vir û got: “Kêm be jî me birînên zarokan pêçan. Ji bo ev bajar diyarî zarokan bê kirin ez li mewziyan im. Em ê Şengalê ji nû ve ava bikin û bidin gelê Êzidî. Di komkujiyê de wijdanê me rehet nekir. Min xwest ez tiştekî bikim. Ez ji bo tola jinên Êzidî bigirim hatim. Heta jin bên rizgarkirin ez ê têbikoşim. Ez bi taybet bang li jinên ciwan dikim ku bên di pêngava azadkirina jinên Şengalê de cih bigirin.”

...