Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşên li Amedê şermezar kir

Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşên bombeyî yên li dijî mîtinga Amedê şermezar kir û wekî êrîşa teroistyane bi nav kir.

Têkildarî êrîşên bombeyî yên duh li Amedê pêk hatin Hevserokatiya Kantona Cizîrê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû hêzên demokratîk, pêkhateyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin ku dengê xwe bidin HDP’ê. di daxuyaniyê de her wiha êrîş bi tunî hatin şermezarkirin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Kantona Cizîrê wiha ye: "Êrîşên bombeyî ku li dijî mîtinga HDP’ê ya hilbijartinan ku wê di 7’ê Hezîranê de pêk were, bi armanca tirsandina gelê kurd û hêzên hevkariya wan dike pêk hatiye. Dixwazin hêzên baweriya wan bi aştî û demokrasiyê tê bitirsînin da ku neçin ser sindoqan û dengê xwe ndin HDP’ê û projeya aştiyê ya doza kurd li Tirkiyeyê û doza gelên din têk bibin. Di heman demê de bi vê yekê dixwazin gelê bînin provokasyonan û aştiya herêmê bin pê bikin û têxin xeteriyê de, her wiha mijaran tevlihev bikin û hikûmeta Erdogan ji berpirsyariyên dema pêş bireve.

Lê belê gelê me hişyare û wê hemû planên li dijî destketiyên wan ên li Bakurê Kurdistanê têne kirin ê vala derbixînin. Baweriya me wekî bilindbûna çiyan e ku wê HDP’ê ji vî şerî serketî derkeve û wê bi hêztir bibe. Wê berxwedana wan a aştiya û demokrasiyê di asta hemû Tirkiyeyê de mezintir bibe û wê bighêje armancên xwe. Çareseriya doza Kurdî bi awayekî demokratîk tê wateya demokratîkbûna tevahiya Tirkiyeyê. Her wiha wê bi vê yekê civaka wehev û aştiyane û biratiya gelan bê avakirin.

Em wekî Hevserokatiya Kantona Cizîrê bang li hemû gelê me bi hemû pêkhateyan, hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz ên ku baweriya wan bi demokrasî û aştiyê tên dikin, xwe li derdora HDP’ê kom bikin û bi hemû hêza xwe dengê xwe bidin HDP’ê. Bi vê yekê wê hemû planên wan ên li dijî veguhertina demokratîk dibin asteng vala bêne derxistin. Hikûmeta Erdogan û parastiya wê ji serketina HDP’ê û derbasbûna wan a perlemantê bitirse. Derbasbûna HDP’ê ya hilbijatinan wê mafê hemû welatiyên Tirkiyê misoger bike, her wiha wê mafê wan di aliyê siyasî, civakî û çandê pêk bîne. Em wekî Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşê şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, her wiha şifayê ji birîndaran re dixwazin. Em serketinê ji gelê xwe yê berxwedêr û azadîxwaz re jî dixwazin."