Êrîşa li Amedê li Munchenê hat protestokirin

Li bajarê Elmanya Munchenê, êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hat prostokirin. Di çalakiyê de banga dengdayînê hat kirin.

Li bajarê Elmanya Munchenê, êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hat prostokirin. Di çalakiyê de banga dengdayînê hat kirin.

Bi qasî 200 Kurdistanî beşdarî mîtînga ji aliyê DÎDF û hêzên demokrasiyê ve hat organîzekirin bûn. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û HDP'ê hatin hilgirtin û dirûşmên "Dîktator Erdogan," "Kujer Erdogan", "HDP gel e gel li vir e" qîriyan.

Di daxuyaniya li ser navê Platforma HDP'ê ya Munchenê de hat ragihandin ku AKP hewl dide hilbijartinan asteng bike û bal hat kişandina ser êrîşên li Erzîrom, Kanîreş û Amedê. Di çalakiyê de her wiha banga dengdayînê li gel hat kirin.

ÇALAKGERÊN G-7 JÎ ÊRÎŞ PROTESTO KIRIN

Li Garmîsch-Partenkîrchenê jî çalakgerên civîna bilind a G-7 protesto dikin, êrîşa li Amedê şermezar kirin. Di çalakiya ku YXK'ê destek dayê de dirûşma "Bijî piştevaniya enternasyonalîst" hat qîrîn.

...