Mele Bextiyar ji bo mîtînga Amedê derbasî Bakur bû

Nûnerê Buroya Polît a Yekîtiya Welatparêzên Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar ji bo beşdarî mîtînga HDP’ê ya Amedê bibe, ji deriyê Sînor yê Xaburê derbas bû û bi heyeta ligel xwe, çû serdana şaredariya Sîlopiyê.

Endamê Polît Buro ya Yekîtiya Welatparêzên Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar ji bo beşdarî mîtînga HDP’ê ya Amedê bibe, ji deriyê Sînor yê Xaburê derbas bû û bi heyeta ligel xwe, çû serdana şaredariya Sîlopiyê. Mele Bextiyar da zanîn ku ji bo piştgiriyê bide HDP’ê wê beşdarî mîtînga Amedê bibe.

Endamê Polît Buro ya Yekîtiya Welatparêzên Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar û heyeta ligel wî ya ji 10 kesî pêk dihat ji bo beşdarî mîtînga HDP’ê ya li Amedê pêk tê bibin, ji Deriyê Sînor yê Xaburê derbasî navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê bûn. Heyet çû serdana şaredariyê.  Namzetê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Aycan Îrmez, hevşaredarên Şirnex û navçeyên wê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Şirnex û navçeyên wê heyeta YNK’ê pêşwazî kirin.  Bextiyar bi lêv kir ku armanca hatina wan eve ku piştgiriyê bidin HDP’ê û gotin wê beşdarî mîtînga Amedê bibin.

Piştî serdanê, heyeta YNK’ê berbi Amedê ve ketin rê.