Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin

Li Wanê, polîsan danê sibehê avêtin ser malan û 7 kes kirin binçavan.

Li Wanê, polîsan danê sibehê avêtin ser malan û 7 kes kirin binçavan.

Bi hevkariya Tîmên Tevgera Taybet yên girêdayê Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyeta Wanê di saetên sibehê de li navçeyên Ertemît û Îpekyolu li taxên Suphan, Şabaniya, Karşiyaka û Hacibekîrê bi awayekî hevdem bi ser malan de hate girtin.

Di serdegirtinan de Bager Koydenîz, Mazlum Harmanci, Muaz Babat, Halîl Erol (13), Muslum Dîlek (17) û du kesê navê wan nehat hînbûn hatin binçavkirin.