Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber wefata siyasetmedarê Kurd Mehmet Abbasoglû daxuyaniyek da û got, "Mehmet Abbasoglû mîna bi hezaran, bi sed hezaran Dêrsimiyan, bi hêrsa li dijî Qirkirina Kurdan heta nefesa xwe ya dawî bi hesreta azadiya Dêrsim û Kurdistanê jiya ye."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji malbata Abbasoglû û gelê Kurd re sersaxî xwest. Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:
"Bi xemgîniyeke mezin em pê hesiyan e ku şervanê mezin ê demokrasiyê Mehmet Abbasoglû yê welatparêz û demokrat jiyana xwe ji dest daye. Em ji tevahiya gelê xwe û malbata wî re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna wî bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û azadiya gelê Kurd re tacîdar bikin.
Mehmet Abbasoglû zarokê malbateke Dêrsimî ya qirkirin bi serî de hatibû. Weke zarokê malbateke li derveyî Dêrsimê jiya, qirkirina Dêrsimê li her qada jiyanê bandor li helwesta Mehmet Abbasoglû kir. Dema di nava artêşa Tirk de berbaz bû jî Qirkirina Dêrsimê ti carî ji bîr nekir. Bi derketin û pêşketina Têkoşîna Azadiyê re rû û dilê xwe da vê têkoşînê. Piştî ku berbaziya wî qediya, bi tevahiya malbata xwe re cihê xwe di nava Têkoşîna Azadiyê de girt. Her ferdê malbata wî di nava Têkoşîna Azadiyê de wezîfeyên cuda meşand û wî bi xwe jî di nava têkoşîna siyasî ya demokratîk de cih girt. Di her astê de tevlî partiyên demokratîk ên Kurd bû. Hemû wezîfeyên xwe bi fedekarî û serketineke mezin meşandiye.
Ji ber van xebatên xwe, di êrîşên qirkirina siyasî yên di bin navê operasyonên KCK'ê de, hat zîndanîkirin. Piştî ku pênc salan di zîndanê de ma, serbest hat berdan. Di nava pênc salên li zîndanê de tevî ku gelekî nexweş bû jî, nexweşiya xwe ya giran nekir pirsgirêk, li zîndanê ji bilî sekna bi rûmet li tiştekî din nefikiriye. Demeke kurt piştî ji zîndanê derket, nexweşiya wî gelekî giran bûye. Tevî hemû hewldanan jî nehatiye rehetkirin û di 5'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest daye.
Mehmet Abbasoglû gotiye, eger jiyanek hebe divê bi rûmet be. Heta nefesa xwe ya dawî bi vê pîvana jiyanê jiya ye.
Jiyana Mehmet Abbasoglû, kurteberiya bandora Qirkirina Dêrsimê ya li mirovên Dêrsimê û têkoşîna li dijî vê qirkirinê ye. Weke zarokê malbateke xizan a gelekî hatiye qirkirin, li Amedê mezin bûye. Mehmet Abbasoglû kesayetekî şênber e ku hêrsa li dijî Qirkirina Dêrsimê di nava Dêrsimiyekî de rê li ber sekneke çawa vedike, ye.
Wefata Mehmet Abbasoglû, hêrsa raperîna Dêrsimê careke din nîşan daye. Mehmet Abbasoglû mîna bi hezaran, bi sed hezaran Dêrsimiyan, bi hêrsa li dijî Qirkirina Kurdan heta nefesa xwe ya dawî bi hesreta azadiya Dêrsim û Kurdistanê jiya ye.
Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi bilindkirina têkoşînê re bersivê bide vê hesretê, bi afirandina Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana Azad û Dêrsima azad re nîşan bide ku ti kes û têkoşîn belasebep nebûye."