Li Sêrtê 11 kes hatin girtin

Li Sêrtê, 3 jê zarok 11 kesên di 30'ê Gulanê de hatin binçavkirin û dûre hatin berdan, li ser dijderketina dozgeriyê hatin girtin.

Li Sêrtê, 3 jê zarok 11 kesên di 30'ê Gulanê de bi hinceta "Endametiya YDG-H" hatin binçavkirin û dûre hatin berdan, îro danê sibehê ji aliyê polîsan ve di serdegirtina malan de careke din hatin binçavkirin.

11 kesên li ser daxwaza dozgeriyê hatin binçavkirin, piştî karên li emniyetê anîn Edliyeya Sêrtê.

Li dû îfadeya li dozgeriyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh a Sêrtê hatin kirin. 

Dadgehê jî 3 jê zarok 11 kes girt û şand Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.