'Ciwanên Kurd wê bi hilweşandina bendan bersivê bidin êrîşên AKP'ê

Ciwanên Azad, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li dijî HDP'ê yên ji aliyê AKP'ê ve tê birêxistinkirin da. Ciwanên Azad got, "Ciwanên Kurd wê bi xwedîderketina li sindoqan û hilweşandina bendê re bersivê bidin van êrîşan."

Ciwanên Azad, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li dijî HDP'ê yên ji aliyê AKP'ê ve tê birêxistinkirin da. Ciwanên Azad got, "Ciwanên Kurd wê bi xwedîderketina li sindoqan û hilweşandina bendê re bersivê bidin van êrîşan." Di daxuyaniyê de di serî de ciwanên Kurd bang li hemû derdorên demokratîk hat kirin ku xwedî li HDP'ê derkevin.

Ciwanên Azad der barê êrîşên li dijî HDP'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên ji aliyê AKP'ê ve tên organîzekirin ji roja destpêkirina pêvajoya hilbijartinê heta niha dewamm dikin.

Di daxuyaniya Ciwanên Azad de bal hat kişandin ser êrîşên li Agirî, Çewlik, Erzîrom û gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê yên li hemberî HDP'ê û ev xal hat destnîşankirin:

'CIWANÊN KURD WÊ BERSIVÊ BIDIN'

"Ciwanên Kurd wê bi xwedîderketina li sindoqan û hilweşandina bendan re bersivê bidin van êrîşan. Di serî de ciwanên Kurd em bang li her kesên ku ji xwe re dibêje 'ez mirov im' dikin ku li dijî van êrîşan xwedî li HDP'ê derkevin û çalakiyên demokratîk lidar bixin."